18:55 23 Hezîran 2018
Mar

VÎDEO-Gelo serê marî yê jêkirî bi mirovî vedide?

© Foto : CC0
Zanist
Lînkê kurt
0 0 0

Li gel ku serê wê hatibû jêkirin jî, marekî teyar bi xortekî li parêzgeha Teksasê veda û ew bo awayekî demkî kor kir.

Biyologê Zanîngeha Missouriyê ya Amerîkayê David Penning got, "mar berovajî mirov û jîndarên din ên xwîngerm, nikare tîna laşê xwe kontrol bike û gelek enerjiyê xerç anke da ku wê biparêze, îca ji ber vê jî, serê marî (yê jêkirî) dikare bo çend deqîqeyan û heta çend saetan sax bimîne."

Li gorî Penningî, "mûcîzeya rabûna" marî ji bo guhandarên din ne pêkan e û laşê marî bi nîvekî 10 qatan kêmtir enerjiyê ji laşê jîndarên din dişewitîne. Ev jî rê dide marî, heta eger serê wî jêkirî be jî, bo demeke dirêjtir bijî.

Herwiha biyolog Scott Boback ji zanîngeha Dicksonê ya Amerîkayê got, dibe serê marî bêhemdî bi xortî vedabe, anku bertekeke jixweber û bêvîn bû.

Li gel her tiştî, lêkolîner dibêjin, eger serê marî jê bibe jî nabe ku mirov xwe nêzîkî wî bike.

Bi heman mijarî:

Şoygu: Me moşekên ku ji bo balefirên Su-57 hatibûn çêkirin li Sûriyeyê ceribandin
Artêşa Sûriyeyê li kampeke penaberan tuneleke milîtanan derxist holê
Netanyahû: Nabe ti hebûneke Îranê li Sûriyeyê hebe
‘Artêşa Sûriyeyê xetên sor ên Amerîkayê zû de jê birine’
Pûtîn bi Netanyahû re li ser Sûriyeyê axivî
Etîketan:
mar, Mar, Scott Boback, David Penning
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de