23:01 21 Hezîran 2018
Şîr

We şîrê çirçirkan vexwariye? Hîn bibin bê tiştekî çawa ye

CC0 / Pixabay
Zanist
Lînkê kurt
0 0 0

Pispor gihiştin wê encamê ku şîrê krîstal ê ku çirçirik hildiberînin gelekî ji tenduristiya mirovan re baş e.

Li gorî tora ABCê ya amerîkî, ev cûreya şîrî, bala gelek kesên ku ji xwarinên têr-enerjî hez dikin, dikişîne.

​Lê belê ev krîstal di wan çirçirkên li malan de peyda nabe û tenê cûreyeke çirçirikan wan hildiberîne ku li Okyanûsa Pasîfîk peyda dibin.

Sedema vê jî ew e ku hemû çirçirk bi hêkan dibin xwedî çêlîk lê cûreyeke bi navê Diplopterayê heye ku ew dizê û çêlîkên xwe bi şîrî xwedî dike.

Hêjayî gotinê ye ku mêjera proteînê di şîrê van çirçirkan de çar qatan ji ya di şîrê çêlekan de zêdetir e û gelek tirşeya amînî ya bingehîn jî dihewîne.

​Tiştê herî balkeş ew e ku tê gotin, çêja vî şîrî ji şîrê çêlekan ne cuda ye.

Li gorî rojnameya Mirrorê ya brîtanî, sûdên tenduristiyê yên şîrê çirçirkan berî du salan hatiye keşifkirin û hinek wî şîrî di şûna şîrên din de vedixwin.

Ew şîr ji krîstalên çirçirkan tên dariştin ku ew jî beşeke ji roviya wê kêzikê ye. Zanistvan dibêjin ku "krîstal xurekeke tekûz e ku tijî tirşeyên asîdî û proteîn e."

Lêkolînerê Peymangeha Biyolojiya hucreya bineretî û bijîşkiya nûjenker a li Hindistanê dibêje ku nirxê xurekî yê şîrê çirçirkan bi gelekî ji yê şîrên din zêdetir e.

 

Bi heman mijarî:

Milîtanan êrişî gundekî Adamawa kir: Însan û ajal dane ber guleyan û paşî gund şewitandin
Zaxarova: Brîtanyayê ajalên li mala Skripal îmha kirine
Li Mêrdînê bahora mirîşkan derket, ajalên bi bask hatin telef kirin
Nazmî Gur: Cizîrî cenazeyên xwe di sarincan de diparêzin
Li Helebê şer gur bû: 37 sivîlan canê xwe ji dest da
'Pevçûna di navbera HSD û DAIŞê de li derdora Tebqayê gur bûye'
Nazmî Gur: Tirkiya şerê li Sûriyayê bi destê radîkalan dimeşîne
Etîketan:
çêlek, şîrê çêlekan, şîrê çirçirkan, çirçirk, şîr, Amerîka, Brîtanya, Hindistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de