01:14 23 Hezîran 2018
فتاة تمضغ علكة

Rêyeke nû ji bo zeîfbûnê: Benîşt

© Fotolia / Dmitriisimakov
Zanist
Lînkê kurt
0 0 0

Zanistvanên japon li zanîngeha Wasedayê ya Tokyoyê lêkolîneke nû weşand ku behsa bandora cûtina benîştî li ser zeîfbûnê dike û ew lêkolîn di kovara zanistî ya Journal of Physical Therapy Science weşand.

Zanistvanan di encama lêkolîna xwe de ragihand ku cûtina benîştî di dema birêveçûnê de qelewbûnê kêm dike ji ber enerjiyê dimezêxe û ev jî sûdê digihîne laşê mirovî.

Lêkolîneran xwebexş li ser du koman dabeş kirin ku ji jin û mêrên temenê wan 21-69an e. Wan benîşt da koma yekem û ji wan xwest ku rojê 15 deqîqeyan bimeşin û di heman demê de bimeşin û pêkhateyeke taybet da yên din ku ji heman madeyan pêk tê.

Herdu koman xebatên çalak piştî saetekê ji vehisînê kirin û di dema tecrubeyê de zanistvanan rêjeya jenîna dilî li ba jin û meran di dema vehesîn û tevgerê de pîva.

Herwiha di heman demê de giringî bi dirêjbûna birêveçûnê û enerjiya xerçkirî û daneyên din de jî hat dan.

Hat dîtin ku guvişîna maskûla dilî li ba koma yekem du qatan ji ya duyem kêmtir e û encamên baştir li ba temenmezinan derketin.
Lêkolîner dibêjin ku cûtina benîştî di dema birêveçûnê fersendekê dide temenmezinan ku demeke dirêjtir bimeşin.

Bi heman mijarî:

Ji ber komkujiyê jiyan rawestiya
Mele Mehmûdê Bazîdî: Jiyan û xebat
Rayedarê PDK-Sê yê Efrînê: 'Li vir jiyan pir dijwar e'
Li Amedê jiyan rawestiya
Li Stenbolê berfê jiyan serobin kir
Li Amerîkayê berfê jiyan rawestand: Herî kêm 20 mirî
Jiyan li Kurdistan 40 hezar sal berê dest pê kiriye
Etîketan:
benîşt, Japonya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de