22:57 21 Hezîran 2018
Zilam û jin

Gelo menepoza zilaman heye? Çîrok e yan rastî ye?

© Foto : /lovelimitless.com
Zanist
Lînkê kurt
0 0 0

Pisporê Androlojiyê li zanîngeha Sheffieldê Alan Basî got ku ew zilamên ditirsin ku di jiyana xwe de têkevin menepozê, dibe tûşî hinek kêşeyan di jiyana xwe ya romantîk de bibin.

Li gorî nûçeya RTyê, wisa diyar e ku zilamên navsale û yên wiha bawer dikin ku kêmbûna hormona testosteronê dê bandorê li daxwaza wan a cinsî bike, dibe di dawiyê de êdî giringiyê nedin seksê.

Dibe ku daxwaza cinsî ya van zilaman kêm bibe, ev jî wan bersiveke derûnî be ji bo wê 'menepoza' wan.

Basi vê mijarê wiha rave dike: "Nîşaneya (menepozê) hinek texmînan li ba zilaman çêdike ku ew tişt dê were serê her zilamî. Hinek ji semptoman girêdayî hormonan e lê hinekên din jî girêdayî psîkolojiyê ne."

"MENEPOZA ZILAMAN TINE"

Herwiha pisporê androlojiyê beşdarî çalakiya Progress Educational Trust ya li Edinburghê bû û got, "pirseke berbelav heye ku gelek caran ji min tê pirsîn û ew jî li ser menepoza zilaman e. Rê bidin min ku ez eşkere bibêjim, tiştekî wiha tine."

Basiyî Charlie Chaplen wek mînak nîşan da ku gava kurê wî yê herî biçûk çêbû, 73 salî bû û got ku ev delîl e ku 'menepoza zilaman' tenê çîrok e û wiha dewam kir: Zilam ji ber ku bi temen mezin dibin, xwe bi vê fikirê digirin."

Hêjayî gotinê ye ku ev hişyarî di demeke wiha de tên san ku hinek zilam êdî hormona testesteronê werdgirin da ku enerjiya xwe ya ciwaniyê zêde bikin lê dibe ev xeterên qeyranên dilî û sekna mejiyî zêde bike.

Bi heman mijarî:

Piştî rizgarkirina bajarê Girê Spî li Kobanê pêdiviyên jiyanê rezan bû
Li Diyarbekirê çalakiya ‘rawestandina jiyanê’
Esad: Tirkiye ji bo DAIŞê deriye jiyanê ye
Tirkiyê: Biryara qedexeyê parastina mal û jiyanê hêsantir kir
IHD: Li Tirkiyeyê mercên jiyanê yên penaberan têk diçin
Karkerên biyanî Sîngapûr wek bajarê mercên jiyanê lê herî baş e hilbijart
Xelkê Helebê: Bi rizgarkirina bajarî re, em li jiyanê vegeriyan
Etîketan:
menepoz, Alan Basi, Charlie Chaplen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de