14:17 23 Gulan 2018
    viagra

    Dibe kêşeya ereksiyonê bi dawî bibe û pêwîstî bi Viagrayê nemîne

    © AP Photo / Daniel Roland
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Zanistvanan derziyek çêkiriye ku ihtimal heye, bi wê derziyê bikarin dîsfonkisyona ereksiyonê çareser bikin.

    Enjeksyonek bi bikaranîna hucreya bineretî(Stem Cell) hatiye bipêşdexistin ku dibe kêşeya zilaman a ereksiyonê çareser bike û pêwîstiya zilaman bi dermanên wek Viagrayê jî nehêle.

    Li gorî xebateke li Danîmarkê tê kirin, zanistvanan 20 milyon hicreyên bineretî enjekteyî wan zilaman kirine ku kêşeya wan a dîsfonkisyona organê cinsî heye. Piştî wê enjektekirinê, fonksiyona ereksiyonê ya organên wan zilaman vegeriya.

    The Sunday's Timesê di nûçeya xwe de ragihand ku ev şêwaza dermankirinê ji Viagrayê cuda, sînir û rehên xwînê vedijîne.

    "HÎN BANDORÊN REXKÎ YÊN DERMANÎ NE ZELAL IN"

    Ev bêtirî salekê ye ku vekolîn li ser vî dermanî tên kirin lê pêwîstî bi lêkolînên zêdetir heye da ku bandorên demdirêj ên vê dermankirinê werin fêmkirin.

    Dîrektorê Navenda Bijîşka Rejeneretîv a Danîmarkê Profesor Soren Sheikhê ku lêkolînê bi re ve dibe, ragihand ku dê van vedîtinên xwe Temûza 2018an li civîna Komeleya Embriyolojî û Tenasulê ya Mirovan a Ewropayê parve bikin.

    Sheikhî destnîşan kir ku ceribandinên wan baş in û wiha dewam kir, "lê hîn rêya me dûr e."

    ARMANCA PÊŞÎ, PENCEŞÊR E

    Armanca pêşî ya lêkolîneran ew e ku alîkariya wan zilamên bi penceşêrê ketine bikin. Koma xebatê hêvî dike ku ev derman sûdê bigihîne kesên ku bi nexweşiyên dilî û dîsfonkisyona ereksiyonê ketine.

    Li gorî daneyên Peymangera Nexweşên Gurçik, Xwarin û Gurçikan, tenê li vî welatî kêşeya erekisyonê bandorê li bêtirî 30 milyon zilamî dike.

     

    Bi heman mijarî:

    Heşdê Wetenî: Em ê fermanê ji pêşmergeyan bigirin
    Tirkiyê bersiv da talan û diziya li Efrînê: Dibe hin koman derveyî fermanê tevgeriyabin
    Barzanî wê bi wê fermanê pêşiya hemû gotegotan bigire
    Etîketan:
    zilam, nexweşî, penceşêr, derman, ereksiyon, Viagra, Danîmark
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de