20:54 20 Gulan 2018
    Xew  - Xewn

    'Vîtamîna ku dihêle xewnên mirovî bi hûrgilî werin bîra wî hat keşifkirin'

    © Fotolia / 2mmedia
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tîmeke zanistvanan lêkolînek derbarê bibîranîna xewnan de û bandora vîtamînan li ser pêk anî ku di encamê de derket vîtamîna B6ê alîkariya mirovan dike ku xewnên xwe bi hûrgilî bi bîr bînin.

    Keçeke Kurd-Barcelona
    © Foto : Screenshot Youtube-Video
    Li gorî rojnameya zanîngeha Adelaideyê ya Awistralyayê, lêkolînerên awistralî ragihandiye ku dozek ji vîtamîna B6ê alîkariya mirovan dike ku hûrgiliyên xewnên wan werin bîra wan.

    Lêkolîneran diyar kir ku wan kesên her şev wê vîtamê berî xewê dixwin bêtir hûrgiliyên xewnên xwe bi bîr tînin ji wan kesan ên ku ew dermanekî plasebo xwariye.

    Lêkolîn ji aliyê Dr. Denholm Aspyê yê fakûlteya derûnnasiyê ya zanîngeha Adelaideyê û çend zanistvanan hatiye kirin û li gorî wê, hinek delîl hatine bidestxistin lê bi tevahî nehatiye piştrastkirin ku Vîtamîna B6ê bibîranîna xewnan xurt dike.

    Encamên lêkolînê di kovara Perceptual and Motor Skillsê de hat weşandin ku li ser 100 kesan hatibû kirin. Nîveka temenê wan kesên beşdarî lêkolînên bûbûn, 27.5ê bû.

    Bi heman mijarî:

    Rêxistinên Elewiyan çûn serdana Cizîrê û lêkolîn kirin
    Baydemir ji Meclisa Tirkiyayê xwest ku bûyerên Cizîrê lêkolîn bike
    Baluken: ‘AKP ji lêkolîn û ronîkirina kuştina Elçî ditirse'
    Zaxarova: Bila nûçeyên xaza Sarînê ku çûye Sûriyeyê werin lêkolîn kirin
    Akademîsyena banga rawestandina şer kir, SBPê jî lêkolîn da dest pêkirin
    Dadgeha Bilind a Tirkiyê: Bila derbarê JITEMê de lêkolîn bêçêkirin
    Etîketan:
    vîtamîna B6ê, xew, xewn, vîtamîn, Denholm Aspy, Awistralya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de