22:43 22 Gulan 2018
    Şopa lingên mirovan li ser qiraxa behrê, Rio de Janeiro, Brezilya

    Pêşiyên me 3 milyon û 600 sal berê çawa dimeşiyan?

    © AFP 2018 / ANTONIO SCORZA
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor lêkolîneke Komela Anatomîstên Amerîkayê ku li Konferansa Biyolojiya Ceribandinî li San Diegoyê hatiye pêşkeşkirin, şopa lingê pêşiyên mirovan a bi milyon salan hatiye şopandin.

    Di lêkolînê de tê îdiakirin ku li gor şopên lingên însanan ên li Tanzanyayê hatine dîtin, mirovan 3,6 milyon sal berê dest bi meşa li ser du lingan kirine û bi awayekî tîkane meşiyane.

    Li gor teorîya peresanê dihat îdiakirin ku mirov ji meymûnan hatine û hêdî hêdî bi peresanê re dest bi meşîna ser lingan a niha kirine.

    Lê ev lêkolîna nû îdia dike ku mirov beriya peresana mirovên modern dest bi meşa li ser du lingan kirine.

    LÊKOLÎN CUREYA HOMÎNÎ ÎŞARET DIKE

    Antropologê peresanparêz David Raichlen li ser vê lêkolîna Zanîngeha Arîzonayê dide zanîn ku şopên lingan ên li herêma Laetolî ya Tanzanyayê hatine dîtin, nîşaneya hebûna cureya homînî yê li ser du lingan dimeşe ye.

    MIROVÊN NIHA 200-300 HEZAR SAL BERÊ DERKETIN HOLÊ

    Koma Homînî wek pêşiyên însanan yên tune bûne tê nasîn ku li gor lêkolînê 3 milyon û 600 sal berê ew jî eynî wek mirovên niha li ser du lingan meşiyane.

    Mirovên niha yên girêdayî koma Homo Sapiensê jî piştî wê cureya Homînî li gor heyama me, 200-300 hezar sal berê derketine holê.

    Bi heman mijarî:

    'Divê ti lekeyek li roja bîranîna qurbaniyên qira ermenan nekeve'
    Tirkiyê ji bo Salih Muslim şermezarî da Konseya Ewropayê
    Serkirdeyekî siyasî yê Hûsiyan li Yemenê di êrişa esmanî ya siûdiyan de mir
    CHP: Pêwist e HDP jî beşdarî tifaqa biratiyê bibe
    Sedir: Boykotkirina hilbijartinan tê wateya radestkirina Iraqê bo dizan
    Ji CNKê banga hilbijartinên Tirkiyê: Yan boykot yan referandûma serxwebûnê!
    Etîketan:
    Meşa Mirovan, Homo Sapiens, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de