11:43 23 Gulan 2018
    Yandex office in Moscow

    Bota zekaya çêkirî ya Yandexê Alice berbelav dibe

    © Sputnik / Maxim Blinov
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 10

    Asîstana deng a motora lêgerînê ya rûsî Yandexê, Alice ya ku di cotmeha 2017an de dest bi xizmetê kiriye her ku diçe belavtir dibe, "Dema ku mijar dibe sohbet û muhabbeta rojane tu asîstanên zekaya çêkirî nikarin bi Aliceyê re qayîşê bikşînin."

    Asîstanê bi deng ê (Voice Assistant) ê motora lêgerînê ya rûsî Yandexê ku di Cotmeha 2017an de dest bi xizmetê kiriye her ku diçe berbelav dibe.

    ‘BI MILYONAN BIKARHÊNERÊN ALICEyê HENE Û ROJANE BI MILYONAN ÎNTERAKSYONAN DIBÎNE'

    Midûrê Zekayan motoran û lêkolînên wan Mikhail Bilenko ragihand ku asîstanê bi deng Aliceya ku nêzîkî 6 meh berê ketiye xizmetê bi milyonan bikarhênerên wê hene û rojane bi milyonan interaksiyonan dibîne.

    ‘DEMA KU MIJAR DIBE SOHBETA ROJANE TU ASÎSTANÊN ZEKAYA ÇÊKIRÎ NIKARIN BI ALICEYyê RE QAYÎŞÊ BIKŞÎNIN'

    Bilenko di hevpeyvîna xwe ya bi Fast Companyê re dibêje ku Aliceyê di cotmeha 2017an de dest bi xizmetê kiriye û wiha berdewam kir: "Dema ku mijar dibe sohbet û muhabbeta rojane tu asîstanên zekaya çêkirî nikarin bi Aliceyê re qayîşê bikşînin. Alice pirsên ku asîstanên din dibersivînin (ên weke rewşa trafîkê û hewayê) di bersivîne. Ji bilî wê di mijarên rojanê ên weke rojeke we çawa derbasbû filan dikare bi we re biaxive."

    ALICE NISBETÎ AMAZON ECHO AN JÎ GOOGLE HOMEê KÊMTIR TÊ KONTROLKIRIN'

    Daneyên Aliceya xweşbêj li navenda daneyan a Yandexê tên tomarkirin û bi tu awayê bi kesên sêyemîn re nayên parvekirin. Alice Bi vê taybetmendiya xwe ji Amazon Echo an jî Google Homeê kêmtir tê kontrolkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji 15 hezar zanyaran hişyariya felaketê
    Zanyaran sedema pabendiya seksê keşif kir
    Zanyaran gefa herî mezin a ser tenduristiyê eşkere kir: Tenêtî
    Zanyaran kirin ku mirovên felc destên xwe bilivînin
    Zanyaran bo rê li ber helîna qeşayiyan bigrin projeyek ecêb amade kirin
    Etîketan:
    Zansit, Zeyata çêkirî, Google Home, Amazon Echo, Alice, Asîstanê Deng, Yandex, Teknolojî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de