07:54 20 Nîsan 2018
    Dîmenên li gerdûnê yên dişibine formên li cîhanê

    NASA bo cara yekem dola mirovan dişîne fezayê

    © Foto: WISE/IRSA/NASA/ Francesco Antonucci
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 10

    Saziya Îstasyona Fezayê ya Navdewletî (NASA) ji bo ku bizanibê bê li fezayê dolgirtin (fecundatio) çawa pêk tê, dola mirovan (sperm) dişîne fezayê.

     NASA & TRAPPIST-1 a Sîstema Stêrikan
    © Foto : NASA Jet Propulsion Laboratory
    NASAyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û da zanîn ku dê di çarçoveya wezîfeya Micro-11an de dola cemidandî ya mirovî û gayî dê bişîne fezayê, "Ji bo ku li fezayê kêşa zemînê tune ye dê lêkolîna dolgirtina biyolojîk ji zanyaran re mefadar û sûdewer be. Zanyar dê bi saya vê yekê pêvajoyên dolgirtinê yên li dinyayê ku ji ber kêşa zemînê baş nayên fam kirin hinekî din baştir fêm bikin."

    NASA "Demek berê di encamdana ceribandinan de me ferq kir ku dola kestaneya deryayê (Echinoidea) û ya gayî (fecundatio) di henga aktîvbûnê xwe de li devera ku kêşana zemînê tune ye bêhtir jîndar bûn lê di dema pêkvebûyînê de pêkhatin giran bû ango berdewam nekir û ne jiyan. Di vê prosesê de dibe ku li fezayê dolgirtin pêk neyê."

    Astronot ji bo helandina nimûneyên dolên cemidandi dê madeyên kîmyewî bi kar bîni. Paşê dê raçav bikin bê dola mirovan û gayan li fezayê çawa tev digerin û van tevgerên wan tomar bikin.

    Nimûneyên dolgirtinên li fezayê dê bi awayekî werin parastin û encamên wan dê li Zanîngeha Kansasê ji aliyê zanyaran ve werin paşê werin lêkolînkirin.

    Bi heman mijarî:

    NASA: Hindik maye mirovahî jiyîna li fezayê kifş bike
    NASA dîmenê derzekê mezin li ser cemeda Petermannê tespît kir
    NASA: Em nêzî jiyana derveyî dinyayê ne
    NASA: Delîlên nû ku piştgiriyê dide jiyanê li peyka Saturnê hat dîtin
    Etîketan:
    Zanyar, zanist, lêkolîn, Dola mirovan, Dolgirtin, Mirov, Zanîngeha Kansasê, Micro-11, NASA, Gerdûn, Feza, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de