17:20 25 Nîsan 2018
    Pîramîd

    'Delîleke nepen' hat keşifkirin: Pîramîd raza rêwîtiya di demê re eşkere dike

    © AFP 2018 / Mohamed El-Shahed
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pîramîdên Misirê çawa hatin avakirin? Gelo fezayiyan alîkarî da fîrewniya da ku pîramîdan ava bikin? Gelo ti pêwendî di navbera heyberên fezayê û pîramîdan de heye? Dibe ku fîrewnî teknolojiya rêwîtiya di demê re vedîtibû? Wisa diyar e ku zanistvanan rêyek peyda kiriye da ku berisva van pirsyaran bidin.

    Malpera Outer Placesê raporteke zanistî weşand ku tê de teoriyeke nû tê pêşkêşkirin û ji aliyê zanistvanan ve tê gotûbêjkirin.

    Li gorî wê teoriyê, fîrewniyan di dema damezirandina pîramîdê mezin de kariye rêwîtiya demê bikin.

    Ew malper radigihîne ku "zanistvanan "delîleke nepen"a mezin di nava pîramîda mezin de keşif kiriye ku di wir de diyar dibe ku fîrewnî di dema avakirina wê pîramîdê de gihiştine leza roniyê ku ev jî tê wateyê ku wan berî Albert Einstein bi sed salan teoriya "rêjeyitiyê" keşif kiriye û sepandiye.

    Li gorî wê teroriyê, her cismê bikare leza roniyê were bişkîne, dê bikare bendên demê bişkîne.

    Raport diyar dikin ku xeteên pehnikî yên pîramîda mezin ên li Cîzeyê, bi xetên hîlale/merîseyên cîhanê yên erdnîgarî re li hev dikevin û nîşan dike ku di saniyeyê de wek leza roniyê. Ev jî tê wê wateyê ku fîrewniyan baş derbarê leza roniyê û rêwîtiya fezayê de dizanî û belkî peşwazî li heyberên keştiyên fezayî jî kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: Di navbera Rûsya û Misirê de hecma bazirganî ya çekan zêde dibe
    Ji Misirê ji bo kesên ku di bûyera balafirê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî
    Serokê Misirê yê berê Mubarek dê were berdan
    Konaşenkov: Me hêzên xwe yên taybet li Misirê bicih nekir
    Li Misirê teqîneke din rû da
    Etîketan:
    pîramîd, Misir, Cîze
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de