20:34 23 Nîsan 2018
    Komputera ku wek mêjî hatiye sêwirandin

    Zanyarên rûsî navgîna ku daxwazên mirovan bi cih tîne çêkirin

    © AFP 2018 / BRITTA PEDERSEN / DPA
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Zanyarên li Navenda Nukleerî ya Rûsyaya Federal bi hevkariya Saziya Enerjiya Nukleerî ya Dewletê (Rosatom) navgîneke ku daxwaziyên organîzmeyên zindî kontrol û diyar dike bipêşxistin.

    Pisporên rûsî navgîna ku bi rêbaza manyetometrîkî li ser mejiyê mirovan yekser bêyî destwerdanê bandorê dike bipêşxistin.

    Li gor sîstema hatiye bipêşxistin, mirov bê tevger divê di nav odeyeke taybet de bi awayekî sabît bimîne ku daxwaziyên di mêjî de yên kûrahiyê werin tesbîtkirin.

    Zanyarên ku ji Spûtnîkê re axivîn derbirîn ku dê bi vê navgînê kontrola ‘navendên daxwaziyan' were pêkanîn.

    Profesorê Bîyolojiyê Yevgeniya Lobkayeva li ser malpera MKyê ragihand, ‘Dê bi saya vê sîstemê navenda daxwaziyan ên kesên tilyakê bikar tînin were diyarkirin û li ser wan kontrol bê kirin."

    Herwiha hat gotin ku ev îcata nû dikare di kontrolkirina daxwaziyên xwarinê yên mirovan de jî were bikaranîn.

    Etîketan:
    Teknolojî, Zanyar, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de