20:25 23 Nîsan 2018
    Microsoft

    Bi zîrektiya kartêker pirsgirêka zimanê biyanî ji holê radibe!

    © AP Photo / Jeff Chiu
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 10

    Bi teknolojiya nû ya zîrektiya kartêker a Microsoftê ji zimanê çînî heta ingilîzî hema bê weke însanekî dikare wergerê bike! Microsoft îdia dike ku zîrektiya kartêker ya ku wê pêşxistiye bi kêmanî dikare weke mirovan wergerek baş bike.

    Şirketa teknolojiya kombersê Microsoft bi xizmeta xwe ya translateê (wergerê) dibe reqîbê Googleê. Şirket bi rêya torên berfireh ên hînbûna sinîrî û teknolojiya pêşketî ya wergerê dê hewil bide ku mirov xwe bigihînine nûçeyên di zimanên din ên cuda cuda.

    ‘MICROSOFT BI ZÎREKTIYA KARTÊKER DÊ BIKARIBE MÎNA ÎNSANEKÎ WERGERÊ BIKE'

    Micorosfotê dûhî bi daxuyaniyek ragihand ku bi saya xebatên xwe yê li Asya û Amerîkayê bi zîrektiya kartêker ya ku bi pêş xistiye dê bikaribe mîna însanekî wergerê bike.

    Tîma zimanî ya Microssoftê zîrektiya kartêker li ser nûçeyên sala bihûrî yên bi zimanê çînî ceriband. Midûrê Microsoft Research Asiayê Ming Zhou diyar kir ku zîrektiya kartêker piştî nûçeyên rûtîn ên çavkaniyên medyayê niha amade ye ku nûçeyên dema niha wergerîne. Bi vî awayî zîrektiya kartêker dê bi naverokên berfireh û komplîka çawa encam bide were raçavkirin û li gorî encaman dê were pêşxistin.

    ‘PLATFORMA MICROSOFTÊ DÊ BI YA GOOGLEÊ RE REQABETÊ BIKE, LEWRA KARÊ WÊ ZEHMET DIXUYÊ'

    Paşê tê payîn ku zîrektiya kartêker entegreyî Microsoft Translatorê bê kirin. Platforma Microsoftê dê bi ya Googleê re reqabetê bike, lewra karê wê zehmet dixuayê.

    Rêbaza herî karîger ya rastkirina xeletiya serrastkirin e û di vî warî de hişyarkirin e. Microsoft dema perwerdeya zîrektiya kartêker de vê rêbazê bi kar tîne. Rêbazeke din jî rûpeleke bi dehan caran werdigerîne û her carê xeletiyên pergalê têne rastkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Microsoft bi hezaran kes ji kar derdixe
    Ji 15 hezar zanyaran hişyariya felaketê
    Zanyaran sedema pabendiya seksê keşif kir
    Zanyaran gefa herî mezin a ser tenduristiyê eşkere kir: Tenêtî
    Zanyaran kirin ku mirovên felc destên xwe bilivînin
    Etîketan:
    Teknolojîİ, Teknolojiyên nû, Zîrektiya kartêker, Ziman, werger, Microsoft, Google, Ming Zhou, Cîhan, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de