01:01 26 Nîsan 2018
    avokado

    Ihtimal heye ku avokado bibe sedema nexweşiyan

    © AP Photo / Matthew Mead
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Avokado fêkiyeke wiha ye ku wek xwarineke tendurist tê nasin ji ber ku asîdên "duhnî", "Omega 3", vîtamînên K û B5 dihewîne lê vê dema dawiyê di hinek lêkolînan derket holê ku dibe ew fêkî bibe sedema mirinê.

    Heta vê dawiyê jî wiha dihat zanîn ku avokado kolestrola baş di laşî de zêde dike û dihat gotin ku pirbûna vê cûreya kolestrolê di laşî de ihtimala nexweşiyên dilî kêm dike lê vekolîneke vê paşiyê hatiye çêkirin îspat kir ku ev îdîa ne rast in.

    Zanîngeha Cambridgeê vekolîneke çêkir û gihişt wê encamê ku kesên ku mûtasyoneke kêmpeyda ya bi nave B376L ku kolestrola bi konsantrasyona zêde nîşan dide, di genê Scarp 1ê hebe, ihtimala ku bi nexweşiyên dilî bikevin zêdetir e.

    Lêkolîneran diyar kir ku kesên ev kolestrola duhnî ya bi navê HDLC li ba wan zêde be, ihtimala nexweşiya dilî birêjeya 80% zêde dibe.

    Lêkolînerekî bi navê Prof. Adam Butterworth ku beşdarî vê lêkolînê bûye got ku dibe ev keşf bibe sedem ku hewl bê kirin da ku dermanên nû ji bo başkirina HDLCyê bên çêkirin û rê li ber nexweşiyên dilî werin girtin.

    Butterworth ji BBCyê re diyar kir ku ev mûtasyon ji her 1700 kesî bandorê li kesekî dike.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Rûsyayê: "Bi vegera berhemên tirk, wê buhayê fêkî û sewze bikeve"
    Li bazara fêkî ya Bexdayê teqîn: 11 kuştî 32 birîndar
    Herêma Kurdistanê îtxalata fêkî ji Îranê qedexe kir
    Qedexeya Rûsya ya fêkî îro radibe
    Etîketan:
    avokado, Zanîngeha Cambridge, Adam Butterworth
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de