17:03 25 Nîsan 2018
    Porsche cars

    Şirketeke almanî plan dike ku ‘otomobîlên ku dikarin bifirin' çêbike

    © AFP 2018 / ERIC PIERMONT
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berpirsyarê firotinê yê şirketa wesayîtan a Porscheê Detlev von Platen ji kovara Automobilwochê re axivî û diyar kir ku Porscheê plan dikin ku ‘otomobîlên ku dikarin difirin' çêbike.

    Dîrektorê Firotinê yê Porsche Detlev von Platen demek berê ji kovara Automobilwoch a almanî re axivî û da zanîn ki ji bo herêmên qelebalix ên bajar ji bo ku wezîfeya texsiyê bînine cih plan dikin ku otomobîlên ku dikarin bifirin çê bikin.

    Dîrektorê Firotinê yê Porsche von Platen wiha axivî, "Bo nimûne em bibêjin ku ji baregeha Porscheê ya li Zuffenhausenê biçime balafirxaneya Stuttgartê. Eger bi şens bim di nîv saetê digihîjime wir lê bi wesayîta ku difire ez dê bikaribim di sê xulekan de bigihîjime wir."

    Derbarê wesayîtên ku dikarin bifirin de agahiyên zêdetir nehatin parvekirin lê tê gotin ku wesayît bi taybetmendiya ku demekê bikaribe bifire hatiye sêwirandin. Herwiha tê diyarkirin ku ji ber ku wesayît dê otomatîk be dibe ku hewce neke ku ajovan lîsansa pîlotan wergirin.

    Ji aliyê din ve hêjayî destnîşankirinê ye ku çend şirket ji bo wesayîtên ku bikaribin bifirin dixebitin hene. Bo nimûne Italdesign a Volkswagenê. Herwiha şirketa çînî Ehangê demek berê ajotinên ceribandinê pêk anîbûn. Herwiha tê zanîn ku di vî warî de herwildanênên kompanyaya Volocopterê jî hene.

    Bi heman mijarî:

    Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn: 6 leşker hatin kuştin
    Wesayîta leşkerî rastî mayînê hat: 2 kuştî û 5 birîndar
    Li Idlibê wesayîta bombebarkirî hat teqandin: 9 mirî, 14 birîndar
    TSKê êrîşa karwana leşkerî piştrast kir: YPGê wesayîta bombekirî teqand
    Wesayîta zirxî dîsa li zarokekî qelibî
    Etîketan:
    zanist, wesayîta ku dikare bifire, Wesayît, Porsche, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de