19:44 24 Hezîran 2018
iPhone x

Iphone nehat firotin, Samsungê jê zirar kir!

© REUTERS / Stephen Lam
Zanist
Lînkê kurt
0 0 0

Kompaniya Apple ya hilberînera Iphoneyan û kompaniya Samsung her çiqas reqîbê hev ê bêeman bin jî ji ber têkiliya bazirganî ya navbera herdu kompaniyan bandorê li hev dikin.

iPhone x
© REUTERS / Stephen Lam
Telefonên Iphone X ji ber ku li gor hêviyên Appleyê nehatin firotin, Samsungê jî zirar kir.

Wekî tê zanîn, parçeyên Iphoneyan ên wekî pîl û şaşeyê û çend parçeyên din ên girîng ji aliyê Samsungê ve têne dabînkirin.

Bi sedema ku telefona dawî Phone X baş nehatiye firotin, li şûna hilberadina 200 milyon telefonan ev hejmar gelekî kêm kiriye, Samsungê jî zirar kir.

Samsung serê her telefoneke Iphone X 110 dolaran qezenc dike û li gor pêşbîniyan divîyabû 22 milyar dolaran ji wî karî qezenc bike. Lê belê hejmara hilberînê ket û qezenca Samsungê jî ji dest çû.

Etîketan:
Samsung, Iphone X, Cîhan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de