17:31 24 Nîsan 2018
    Labaratuwar - Nexweşxane-

    Di labarotuwarê de cara ewil hêkên însana hatin pêş de birin

    © AP Photo / Keystone, Gaetan Bally
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 30

    Zanyar û lêkolîneran cara ewil bi awayekî serkeftî di labarotuwarê ji şaneyan hêkên însanan pêş de birin.

    Li gorî nûçeya BBCyê lêkolîneran cara ewil ji şaneyên ku jinan hatin wergirin hêkên însanan bi pêş de birin.

    Lêkolîneran di pêvajoya pêşdebirinê de ji jinan şaneyên ku hîn ne stewiyane wergirtin û ji bo ku ji van şaneyan hêk werin pêş de birin di labaratuwarê de ji hêla rêjeye oksîcejenê, hormon û proteînan ve atmosfereke weke gewdeyê însanan hate amadekirin. Lêkolîneran raçav kirin ku şane di atmosfera çêkirî de heta asta bergirtinê (zigot) mezin bûn.

    'CARA EWIL DERFET ÇÊBÛ KU ZANYAR ASTA PÊŞDEBIRINA HÊKÊN MIROVAN RAÇAV BIKIN'

    Bi vê lêkolîna demdirêj, zanyaran derfet dît ku asta pêşdebirina hêkên mirovan raçav bikin. Pêvajoya pêşdebirina hêkan berê weke niha nehatibû raçavkirin.

    'EV RÊBAZ DÊ DI TEDAWIYA KEŞÊN BI PÊNCEŞÊRÎ RE WERE BIKARANÎN'

    Lêkolîneran destnîşan kir ku bi vê rêbazê dê keçên ku tedawiyê penceşêrê dibînin jî were bikaranîn.

    Hêjayî gotinê ye ku encamên lêkolînê di kovara "Molecular Human Reproduction" de derçûn.

    Bi heman mijarî:

    Ji 15 hezar zanyaran hişyariya felaketê
    Zanyaran sedema pabendiya seksê keşif kir
    Zanyaran gefa herî mezin a ser tenduristiyê eşkere kir: Tenêtî
    Zanyaran kirin ku mirovên felc destên xwe bilivînin
    Zanyaran bo rê li ber helîna qeşayiyan bigrin projeyek ecêb amade kirin
    Etîketan:
    Tedawî, Penceşêr, Raçavkirin, Pêşdebirin, Şane, Zanist, Molecular Human Reproduction, BBC, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de