04:41 26 Sibat 2018
Zindî
    medîtasyon

    Derket holê ku medîtasyon bêfêde ye

    CC0 / Pixabay
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 21

    Li gorî lêkolîneke nû meditasyona ku dihat gotin ku bi kêrî dil tê, tansiyonê dadixe û bergiriya fikar û depresyonê dike, ne rast in. Li gorî lêkolîna nû medîatasyon bêfe ye û însana aramtir nake.

    Zanyarên brîtanî, zelandî û holandî bi lêkolîneke nû teqez kirin ku wekî ku tê îdiakirin medîtasyon însanan aramtir nake. Zanyaran di gotara xwe ya ku di kovara Scientific Report der çûye de li metîsayon û encamên wê hûr bûn.

    Di lêkolînê de bi rêbazên cuda cuda û dem bi dem li ser kesên ku medîtasyonê dikin test hatin kirin lê di piraniya testan de derket holê ku rêjeya hez, aramî û empatiyê zêde nabe û bandoreke erênî li ser wan pêk nayîne. Pisporan ji van daneyan gihane wê encamê ku medîtasyon bi tenê bi awayekî demkî mirov rahet dike.

    Dr. Miguel Farias diyar kir ku, "Hemû diyardeyên erênî yên medîtasyonê biqesd in"

    Ji hêla din ve pispor Vesile Baruh jî destnîşan kir ku hin cûreyên medîtasyonê ku bandoreke erênî nakin hene bes medîtasyona transandantal bandoreke mayînde li ser însanan dihêle. Di vê cûreya medîtasyonê de hemû mêjî weke orkestrayeke bi nîzamî dikeve dewrê û bandoreke xwe ya erênî li ser mirovan çê dike.

    Bi heman mijarî:

    Ji 15 hezar zanyaran hişyariya felaketê
    Zanyaran sedema pabendiya seksê keşif kir
    Zanyaran gefa herî mezin a ser tenduristiyê eşkere kir: Tenêtî
    Zanyaran bo rê li ber helîna qeşayiyan bigrin projeyek ecêb amade kirin
    Zanyaran kirin ku mirovên felc destên xwe bilivînin
    Etîketan:
    medîtasyon, Scientific Report, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de