02:31 21 Gulan 2018
    Apple CEO Tim Cook

    Apple pirsgirêka pîlê ya Iphoneyan çareser dike

    © AP Photo / Richard Drew
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêveberê paye bilind ê kompaniya Appleyê Tim Cook ragihand ku dê taybetmendiya bernameya Iphoneyan a kêmkirina performansa pîlê bi nûjenkirina IOS 11ê bê betalkirin.

    Tim Cook ji televizyona ABC Nawsê re ragihand ku dê bi saya nûjenkirina dawî bijardeya bêbandorkirina taybetmendiya kêmkirina performansê di nav bernameya IOS 11an de bê danîn dê bikarhêner bikaribin wê taybetmendiyê li gor xwe saz bikin.

    Cook herwiha da xuyakirin ku dê ji bo rê li ber girtina telefonê ya nişka ve bê girtin jî îşareta kêmbûna pîlê bê danîn ku ji ber girankirina telefonê gilî û gazinên ji bo modelên Iphone 6, 6S, Se û 7ê li ser wê yekê hebûn.

    Tê çaverêkirin ku taybetmendiyên nû yên nûjenkirina iOS 11ê di serê meha Sibatê de danasîna wê bê kirin û li meha Adarê jî bikeve xizmeta bikarhênerên Iphoneyan.

    Etîketan:
    Iphone, Apple, Tim Cook, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de