07:50 27 Nîsan 2018
    Mêrekî serxweş

    'Zelamên serxweş jinan wek laşekî ji bo seksê dibînin'

    © Foto : Pixabay
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 10

    Zanîngeha Nebraska-Lincolnê ya amerîkî lêkolîneke derbarê mêrên serxweş û nerîna wan li jinan de di Medical Expressê de weşand ku tê de diyar dibe, "mêrên serxweş jinan wek laşekî ji bo kêfxweşiya seksî dibînin."

    Yoga
    © Fotolia / Yurok Aleksandrovich
    Lêkolîn bi 50 zelamên (temenên wan 20-30 salî) re hatiye kirin û encamên wê jî di Medical Expressê de weşandine.

    Li gorî nûçeya RTyê, beşek ji vê koma mêran kokteyleke ji vexwarinên alkolê vexwariye û beşê din jî hinek vexwarinên ku alkoleke plasebo tê de ye vexwariye. Piştî wê wêneyên hinek jinên tiwalêt(kincên şevê) li xwe kirine nîşanî wan dan. Ji wan mêran hat xwestin ku balkêşiya wan jinan binirxînin û wêneyeke derûnî ji wan re xêz bikin. Di vê pêvajoyê de sîstemeke taybet reftarên beşdaran dişopandin.

    Zanistvanan di wê çavdêriya xwe de dît ku kesên alkol vexwariye ji rûyên wan jinan bêtir bi dirêjî li sîng, ber û newqa wan dinerin. Herwiha ev cidahî bêtir eşkere bû gava ku piraniya beşdaran "bedewî" û "bixwenebaweriya" jinan nirxandin.

    Ji aliyê din ve, zilamên koma din bêtir li rûyê jinan dinerî.

    Lêkolîner Abigail Riemer dibêje nerînên eşkere li jinan, wan ji mirovatiyê derdixe û ev gelek caran encamên neyênî tîne, wek destdirêjî û cidakariya cinsî.

    Bi heman mijarî:

    Girava seks û alkola bêsînor li Kolombiyayê
    Têkiliyeke xurt di navbera seks û xewê de heye
    Di otobesê de li ber çevên rêwiyan seks kirin
    Li palmîrayê rêbernameya koleyên seksê ya DAIŞê hat dîtin
    Li Almanyayê ji bo xwendekarên 7mîn perwerdehiya seksê
    'Leşkerên Amerîkî beramberî agahiyên nepenî beşdarî partiyên seksê bûn'
    Etîketan:
    mêrên serxweş, alkol, serxweşî, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de