15:03 22 Çile 2018
Zindî
    Referandûm - Kurdistanê

    Li Hewlêrê Konferansa Dermansazî û Kontrola Kalîte ya Dermanan tê lidarxistin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro bajarê Hewlerê, paytexta Herêma Kurdistanê Konferansa Zanistiya Dermansazî ya Yekem bi rêve diçe. Rêveberê Kontrola Kalîteyê ya Dermanan diyar kir ku armanca pêşîn a konferansê bipêşxistina dermansazî û kalîteya dermanan e.

    Tokyo's Minato District. Foreground is the Atago Green Hills Mori Tower skyscraper. Foreground, left is the Atago Green Hills Forest Tower skyscraper.
    © Sputnik/ Natalia Seliverstova
    Li bajarê Hewlerê, paytexta Herêma Kurdistanê îro cara yekeme Konferansa Zanistiya Dermansazî û Kontrola Kalîteyê tê birêvebirin. Li gorî agahiyên Rûdawê Rêveberê Kontrola Kalîte ya Dermanan Dr. Goran Rojbeyanî ragihand ku ev cara yekeme konferanseke wisa tê lidarxistin û got, konferans wê du rojan bidome.

    Dr. Rojbeyanî anî ziman ku di warê dermansazî û kontrola kalîte ya dermanan de zêdetirî 300 pispor û bijîşk wê beşdarî konferansê bibin û konferans wê di çarçoveya 3 panelên zanistî de were birêvebirinn.

    Rojbeyanî got, "Armanca me ya pêşîn bipêşxisitna dermansaziyê ye û başkirina kontrol kalîteyê ye." Goran Rojbeyanî herwisa da zanîn ku ew hewl didin nirxê dermên li her derê bike yek buha û dermanên sixte û qaçax li bazaran nehêlin.

    Bi heman mijarî:

    Dilşad Mistefa Wesanî: Fransa derbarê Herêma Kurdistanê de peyameke bihêz da Bexdayê
    Hikûmeta Kurdistanê ji bo mijara Kerkûk û Xurmatûyê dicive
    NY daxwaza destpêkirina hevdîtinên Iraq û Kurdistanê dike
    Li Kurdistanê rezerveke nû ya petrolê hat kefşkirin
    Heyeta hikûmeta Kurdistanê ji Fransayê vegeriya
    Etîketan:
    konferans, Rêveberê Kontrola Kalîte ya Dermanan, Goran Rojbeyanî, Kurdistan, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de