18:36 20 Gulan 2018
    Google logosu

    Google herkesî dişopîne

    © REUTERS / Lucy Nicholson
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Derket holê ku datayên lokasyonê yên kesên ku navgînên androîd bikartînin bi awayekî otomatîk ji Googleyê re tên şandin. Şîrketa ku ev yek qebûl kiriye, diyar kir ku dê di nêz de vê sepanê bi dawî bike.

    Karmendê berê yê Ajnasa Saloxgêrî a Amerîkayê Edward Snowden
    © REUTERS / Mark Blinch
    Derket holê ku Googleyê datayên lokasyonê yên bikarhênerên navgînên androîd dişopîne û wan dide hev. Girtine serwîsên lokasyonê, bikarneanîna sîm kartê an jî bikarneanîna bername û sêpanan jî nabe asteng ku Googleyê van datayan bi dest bixe.

    Ev îhlala ku bi lêkeolîna Quartzê derket holê, ji aliyê berdevkekî Googleyê ve ku navê xwe nedaye hat qebûl kirin.

    Navgînên ku bi nivîsbariyên androîd dixebitin, ji serê sala 2017an ve bi saya îstasyonên bazê yên nêzîk datayên lokasyona bikarhêneran dide hev û kêliya ku bi înternetê ve tên girêdan van datayan dişîne Googleyê. Bi şandina datayên ji aliyên gelek îstasyonên bazê ve şîrket derbarê lokasyonên bikarhêneran de agahiyên gelekî zelal bi dest dixe. Bi saya vê sepanê Googleyê derbarê lokasyon û tevgerên bikarhêneran de digihe gelek datayan ku ev hêviya nepenbûna bikarhêneran jî derbas dike. Navgînên androîd, dema serwîsên lokasyonê girtî jî bin û ji bo eyarên febrîqeyê werin vegerandin jî dîsa datayên navnîşanê dişîne ji Googleyê re.

    Bi heman mijarî:

    Google News dê nûçeyên RT û Sputnîkê ji bikarhînerên xwe veşêre
    Rûsyayê hişyarî da Google, Facebook û Twitterê: Geşedanên pir xeter hene
    Google: Derbarê Manîpulasyona RTyê de tu delîl tune ne
    Google dê ji asîmên înternetê belaş belav bike
    Google sepana Drive digire
    Google ji bo Roja Dayikan Doodleek weşand
    Etîketan:
    data, androîd, lokasyon
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de