06:53 20 Mijdar 2017
Zindî
    Whatsapp

    Whatsapp dê peyamên şandî bike "neşandî"

    © AFP 2017/ Lionel Bonaventure
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Sepana peyamên taybet a Whastappê amadekariya nûjenkirineke nû dike. Li gorî vê nûjenkirinê, Whatsapp dê peyamên hatine şandin vegerîne û bike "neşandî".

    Li gorî nûçeya Independentê, sepana Whatsappê dê di rojên pêş de vê taybetmendiya nû pêşkêşî bikarhêneran bike.

    Li gorî wê nûçeyê, hinek çavkaniyan ragihandiye ku ev taybetmendî dê di çend rojên bê de çalak bibe û li gorî wê, peyamên ku bi şaşî hatine şandin an jî peyamên ku mirov poşman dibe ku şandine dê bikarin bên jêbirin.

    Ev taybetmendiya ku navê wê "unsend" anku "neşandî" ye, wiha dixebite. Eger bikarhêner peyamek şand û dûre poşman bû ku şandiye, dikare wê peyamê jê bibe, bi mercê ku ew peyamn nehatibe dîtin û xwendin û 5 deqîqe di ser şandina wê re derbas nebûbin.

     

    Bi heman mijarî:

    Sepandina nû ya WhatsApp bû sedema bertekan
    Almanya dê peyamên Whatsappê jî bişopîne
    DAIŞê ji bo bernameya WhatsAppê keçeke 22 salî îdam kir
    Etîketan:
    peyam, WhatsApp
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de