01:26 20 Îlon 2017
Zindî
    Wêneyê Dinyayê yê ku ji Fezayê ve hatiye girtin

    Dê asteroida ku dikare mirovahîyê tune bike, di ber dinyayê re derbas bibe

    © Foto: NASA
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 4110

    NASAyê ragihand ku dê 1ê Îlonê roja Îniyê asteroida ku ‘bi mezinahiya ku dikare mirovahiyê tune bike’ di ber Dinyayê re derbas bibe.

    Ezmannasan ragihan ku dê asteroideke mezin roja 1ê Îlonê nêzîkî Dinyayê bi awayekî ewle derbas bibe.

    Dezgeha Hewayî û Fezayî ya Amerîkayê (NASA) bi daxuyaniyekê ragihand, asteroida bi navê Florence ya bi pîvana 4,4 kîlometran, dê 7 milyon kîlometran nêzîkî Dinyayê di ber re derbas bibe.

    NASAyê li ser derbasbûna asteroidê li ser malpera xwe wêneyekî GIF weşand.

    Li gor nûçeya CNNTurkê ku dispêre rêveberê Navenda Lêkolînên Ezmannasîya Cismên Nêzîk (CNEOS) Paul Chodas, berî niha jî asteroid di ber Dinyayê re derbas bûne, lê Florence asteroida herî mezin e ku heta niha ewqasî nêzîkî Dinyayê derbas dibe.

    Asteroida Florence cara ewil di sala 1981ê de ji aliyê Ezmannas Schelte J.Bus ve li Avustralyayê hatibû keşifkirin û navê damezirînera hemşîretiya hemdemî Florence Nightingale (1820-1910) lê hatibû kirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê li 3 parêzvanên din ên Erdogan doz vekir
    Li Semsûrê dema wesayîta leşkerî derbas dibû teqînekê rû da
    ‘Em çevdêriya veguhestina milîtanên DAIŞê dikin'
    HSDê dor li taxên Deriye û Mirûrê girtin
    Barzanî: Hez nakim Mam Celal di vê rewşa nexweş de bibînim
    10 bikarhênerên medya civakî ji PKKê hatin girtin
    Îranê bi tundî bertek nîşanî biryara Kerkûkê da
    Etîketan:
    Amerîka, Dinya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de