01:21 20 Îlon 2017
Zindî
    The App Store

    Apple hemû sepanên Îranî ji App Storeyê derxistin

    © East News/ PhotoAtelier
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 3010

    Appleyê hemû sepanên mobîl yên ku ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin ji firoşgeha xwe ya online ya App Storeyê derxistin.

    Malpera herî mezin a bazirganiya înternetê ya Îranî Digikalayê ragihand, 10 roj berê hemû sepanên Îranî yên di App Storeyê de hatine rawestandin.

    Hat gotin ku ev biryara Appleyê, ji ber dorpêçên nû yên ku Amerîkayê li ser Îranê ferz kirine hatiye standin.

    ÎRANÊ BERTEK NÎŞAN DA

    Wezîrê Ragihandinê yê Îranê Muhammed Cevad Azarî Cohramî da xuyakirin ku ew dê li ser vê biryara Appleyê miameleyên hiqûqê bidin destpêkirin û diyar kir, Îran di bazara telefonên mobîl de xwedî pareke ji sedî 11 ye.

    LI SER TORÊN CIVAKÎ KAMPANYA HATIN DESTPÊKIRIN

    Herwiha li ser torên medya civakî jî biryara Appleyê hat rexnekirin û hashtagên wekî #StopRemovingIranianApps (Rakirina sepanên ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin rawestîne) hatin parvekirin.

    Kompaniya Apple derbarê mijarê de heta niha ti daxuyanî nedaye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    YNKê derbarê kuştina 2 hemwelatiyên Kurd de daxuyanî da: Endamê me bûn
    Artêşa Iraqê: 16 tax hatin rizgarkirin, kêm cih di destê DAIŞê de mane
    2 Wezîrên Fransî serdana Bexda û Hewlêrê dikin
    'Artêşa Tirkiyê li bingehên YPGê yên Efrînê xist'
    Koreya Bakur 3 moşekên balîstîk pekandin
    Pêşmergeyên ku bûn sedema kuştina hemwelatiyan teslîm bûn
    Li Tirkiyê 3 hezar mehkûm têne tehlîyekirin
    Barzanî li ser kuştina hemwelatiyan û aloziya navbera partiyên Kurdên Îranê ferman da
    Ji Tirkiyê amadekariya operasyona Efrînê: Karwaneke leşkerî gihîşt sînor
    Etîketan:
    Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de