01:21 20 Îlon 2017
Zindî
    Jin - tenêtî - tenduristî - meş

    Zanyaran gefa herî mezin a ser tenduristiyê eşkere kir: Tenêtî

    © AFP 2017/ JONATHAN NACKSTRAND
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 2810

    Zanyarên Zanîngeha Brigham Young a Amerîkî lêkolînek li ser gefa herî mezin a li ser tenduristiya mirovan kirin.

    Li gor zanyaran tenêtî ji bo tenduristiya mirovan gefeke ji kîloyên zêde mezintir e û her sal bandora wê li ser tenduristiyê zêdetir dibe.

    Psîkolog Prof. Dr. Julianne Holt-Lunstad EurekAlertê re ragihand, "Pêwendiya sosyal a bi mirovên din re, ji bo jiyan û aramiyê xwedî girîngiyeke krîtîk e û pêdiviyeke bingehî ya mirovan e."

    Zanyaran bi daneyên 2 analîzên cuda ku di encama 148 lêkolînên li ser 300 hezar dilxwazan hatiye kirin de, derxistin holê ku girêdanên civakî rêjeya mirina pêşwext ji sedî 50 kêm dike.

    Di analîza duyemîn de, zanyaran 70 lêkolîn li ser 3 milyon û 400 beşdarên ji welatên Amerîkaya Bakur, Ewropa, Asya û Avustralyayê pêk anîn.

    Li gor encamên zanyaran ji van lêkolînan derxistiye holê, îzolasyona civakî û tenêtî bi rêjeyeke mezin rîska mirina pêşwext zêde dike.

     

     

    Etîketan:
    Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de