13:26 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Navgîna Bêmirov a Rûsî (NBH) ya ku li tetbîqatê hatiye bikaranîn

    Dê NBHya Rûsî ya 7 tonî li 2023yan were hilberandin

    © AP Photo/ Darko Vojinovic
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Kompaniya Navgînên Bêmirov ên Hewayî (NBH) ya li Saint Petersburgê Kronştadt ragihand, dê NBHyên bi giraniya 2 tonan li 2020an, yên 7 tonî jî li 2023yan werin hilberandin.

    Cîgirê Midurê Giştî yê Kronştadtê Vladimir Voronov ragihand, dê her du modelên NBHyan jî hem wekî balafir hem jî wekî helîkopter werin bikaranîn.

    Voronov ji Spûtnîkê re diyar kir, bingeha sêwirandina NBHya Fregat bi dawî bûye û dê her du modelên 2 tonî û 7 tonî ne tenê ji bo keşfê û şer, herwiha dê ji bo barhilgirtinê jî werin bikaranîn.

    Li gor Voronov tê pêşbînîkirin ku di nav 3 salan de çêkirina navgîna NBHyê bi dawî bibe.

    Voronov herwiha da zanîn, ji ber ku dijmin cihê balafirgehên wan dizanin, dê ev navgînên nû yên hewayî li derveyî balafirgehan li nav cihên wekî daristanan werin bicihkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    UNESCOyê li ser kuştina peyamnêrê RTyê daxuyanî da: ‘Tawana şer e’
    Serokwezîr bi êzidiyên rizgarbûyî re civiya û soz da wan
    YNK û Goran ji bo referandumê û aktîvkirina parlamnetoyê civiyan
    Li Hindistanê ‘Bankeya Firingîyan’ vebû
    Li Tirkiyê mamosteyê Qûranê ji tacîza 5 şagirtên keç hat girtin
    ‘Artêşa Sûriyeyê çend gund û herêmên başûrê Reqayê kontrol kirin
    Reuters: Gazpromê piştî mueyîdeyan lez da avadankirina Herka Tirk
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de