07:53 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Testên DNA - Genetîk - Vekolandina Mezelan

    ‘Lubnanî neviyên Kenanîyên ku li gor Încilê winda bûne ne’

    © REUTERS/
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 3620

    Di gotareke zanistî ya Amerîkî de hat îdiakirin, agahiyeke nû derbarê Kenanîyên kevnar de derketiya holê ku di kitêba pîroz a Xirîstiyanan Încilê de tê gotin, ew hatine tunekirin.

    Li gor kovara zanistî American Journal of Human Genetics, nifşa Kenanîyan tune nebûye û Lubnaniyên vê heyamê jî neviyên wan in.

    Kenanîyan di Serdema Bronz de di navbera 3 hezar û 4 hezar sal berê de, li erdên Îsraîl, Sûriye û Urdin a niha jiya ne. Her çiqas ku tê zanîn, yekemîn qewmê ku alfabe bikar aniye jî, di încîlê tê gotin ku tune bûne û derbarê wan de jî gelekî kêm zanyariyên nivîskî mane.

    Di gotara American Journal of Human Genetics de, tîma zanyaran a navnetewî li ser bermayiyên DNAyên Kenanîyan lêkolîn kiriye û nexşeya wan a koçberiyê derxistiye holê.

    Di encama lêkolînê de genoma 5 însanên li bajarê Sîdon ê Lubnan a kevnar bi mirovên herêmê yên sedî 99ê wan Lubnanî ve hatiye beramberîkirin.

    Di encamê de derket holê ku ji sedî 90ê Lubnaniyên hemdemî ji nifşa Kenaniyan tên. Hat destnîşankirin ku tenê di rengê çermê wan de hinek cudabûn heye, lê bi tevahî Kenanî û Lubnanî pir dişibin hevdu.

     

    Bi heman mijarî:

    Olîmpiyadên Asyayê dê 63 welatan werîne bicivîne
    Jay Garner: Divê Amerîka baregeheke mezin a leşkerî li Kurdistanê veke
    Serokê muxalefeta Tirkiyê ji bo namzediya Nobelê hat destnîşankirin
    ‘Dê hemû deriyên Mescîd-î Eqsayê bên vekirin'
    Generalê Amerîkî: Kurdistan ji bo Tirkiyê û welatên din ne gef e
    Pûtîn serkanên xwe re li ser Sûriye û têkiliyên bi Amerîkayê re nirxand
    Mesrûr Barzanî: Em mafê serxwebûnê wekî hemû miletên dinyayê ji bo xwe jî dixwazin
    'Eger hewldana derbeyê di 48 saetan de têk neçûya, li Tirkiyeyê şerê naxweyî rû dide
    Etîketan:
    Lubnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de