00:44 13 Kanûn 2017
Zindî
    Hacker

    Hackeran gef li Rûsya, Çîn, Îran û Koreya Bakur xwar

    © Foto: Pixabay
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 61

    Koma hackeran ên ku dizîna bernameyên sîxurî yên Dezgeha Ewlekarîya Netewî ya Amerîkayê (NSA) girtine ser xwe, li ser belavkirina daneyên moşekên hin welatan gef xwar.

    Li gor nûçeya Reutersê koma hackeran a bi navê Shadow Brokers ragihand ku ew dê ji meha hezîranê pê ve daneyên sîstema SWISTê yên moşekan û projeyên nukleerî yên Rûsya, Çîn, Îran û Koreya Bakur belav bikin.

    Hackeran herwiha da xuyakirin ku ew ê bernameyên telefonên zîrek û bernameyên torên beralîkar ên înternetê jî bidest bixin. Koma hackeran hewil dide, valahîyên ewlekarîyê yên bernameya Windows 10ê jî bidest bixe.

    Nûnerên microsoftê jî dane xuyakirin ku ew amadekarîyan dikin ku gefên Shadow Brokersê beralî bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Astronotekî ji fezayê dîmenên Stenbolê parve kir
    Li Antalyayê kana komirê hilweşîya: 2 karker di bin de man
    Cenazeyê şervanê YPGiyê kanadayî piştî 5 mehan ji DAIŞê hate standin
    Amedsporê şampîyonî ji dest da
    Erdogan: Muxatabîya YPG/PYDê ne li gorî rêzikên navdewletî ye
    Etîketan:
    Shadow Brokers, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de