09:43 23 Hezîran 2018
Facebook

Facebook teknolojiya xwe ya nû da naskirin

© Sputnik /
Zanist
Lînkê kurt
0 61

Bi saya teknolojiya zîrekiya çêkirî ya bipêşxistî, parvekirinê bikarhênerên Facebookê dê rasttir û 9 qatan zûtir werin wergerandin.

Facebookê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku heta niha ximzeta wergerê bi 45 zimanan didin û bi saya teknolojiya zîrekiya çêkirî, dê bikarin parvekirinên bikarhêneran rastir û 9 qatan zûtir wergerînin. Herwiha di di daxuyaniyê de hat gotin ku endazyarên Facebookê kodeke kompûterê bi navê CNN çêkiriye ku ji toreke sînîran pêk tê û dişibe mejiyê mirovan.

Ev teknolojiya navborî dê di şûna wergerandina peyvekê, dê li ser komên peyvan raweste û di wateyan wan de bigihêje û bi wî awayî wergerîne. Di daxuyaniyê de giringiya werger û pêwendiya zimanan li ser pevgihandina mirovan de hat destnîşankirin û hat teqezkirin ku bi xêra vê teknolojiyê, mirov dê bikarin peyam û vîdeoyan bi çi zimanê bixwazin parve bikin.

 

 

Bi heman mijarî:

Pûtîn: ‘Teknolojiya çek a rûsî, li Sûriyeyê ezmûneke baş da'
Dibe ku Misir û Rûsya teknolojiya ragihandinê ya leşkerî hilberînin
Fransa teknolojiya jibo avakirna `Mistralê` da Rûsyayê
Nûjentirîn teknolojiya leşkerî ya Rûsyayê
Rûsya û Çîn destbi sazkirna teknolojiya gerdûnî ya yekbûyî kirin
Etîketan:
facebook
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de