01:35 20 Tebax 2017
Zindî
    Îstasyona Fezayê ya Navnetewî (UUİ)

    Dibe ku RKK Energiya bernamaya xwe ya fezayê li 2024an bidawî bîne

    © Foto: NASA
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 1252

    Kompaniya Feza û Asmanî ya Rûsyayê RKK Energiya difikire ku bernameya Îstasyona Fezayê ya Navnetewî (UUI) li 2024an bidawî bîne û derbasî bernameya nû ya Îstasyona Fezayê (RUI) a bi modulan tê çêkirin bibe.

    Midurê Giştî yê RKK Energiya Vladimir Solntsev ji Spûtnîkê re ragihand ku ew plan dikin dest bi bernameya Îstasyona Fezayê bikin û got, ‘Lê belê ji bo vê biryarê pêwîstî bi hokarên siyasî û nirxandina wan heye.'

    Vladimir Solntsev li ser sedema fikrê bidawîkirina bernameyê got ku wê heta 2024an 26 salên modula UUİyê biqede û dê modula ofîsê jî 24 salan xizmetê li rêgehê bike.

    Etîketan:
    Îstasyona Fezayê ya Navnetewî (UUİ), Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de