03:42 21 Tebax 2017
Zindî
    Heyv

    RKK Energiya wê di sala 2022yan de dest bi xizmetên geşta Heyvê bike

    © Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 2063

    Midurê Giştî yê şîrketa feza û hewayî ya Rûsyayê, RKK Energiyayê Vladîmîr Stolntsev ji bo salên 2021-2022yan mizgîniya rêwitiya Heyvê da.

    Midurê Giştî yê şîrketa feza û hewayî ya Rûsyayê, RKK Energiyayê Vladîmîr Stolntsev di gotûbêja xw eya ji bo Sputnikê de got ji bo salên 2021-2022yan di warê bazara tûrîzmê ya navdewletî de xizmetên ‘bi wesayita fezayê, Soyuzê gera li dor Heyvê' hatiye plankirin.

    Solntsev ragihand ku geştyarên fezayê piştî îmzekirina kontratê di nava 5-6 salan de wê karibin li dor Heyvê bigerin û got niha bi hinek kesên ku dixwazin biçin re hevdîtin tên kirin.

    Solntsev anî ziman ku ji bo proje dest pê bike divê li dû hev du firîn werin pêkanîn û got, "Bi firîna pêşîn wê wesayita Soyuzê, bi ya duyemîn jî wê bloka lezkirî ji bo rêgehê werin firandin û paşê jî her du wesayit wê bi hev ve werin girêdan û bloka DM ji bo firîna li dor Heyvê wê hêza pêwîst bide. Sotemeniya Soyuzê wê ji bo ku rêgeha balîstîk ji rêya xwe dernekeve were bikaranîn."

    'DI NAVA RÊWIYAN WELATIYÊN RÛSÎ TUNE NE'

    Solntsev ehr wiha derbirî ku şîrket li parastina wesayitên fezayê yên Soyuzê û nûjenkirina wan xebat tên meşandin û got bi wesayitên fezayê yên Soyuzê firînên ji bo Îstasyona Feza ya Navdewletî ji nû ve werin destpêkirin.

    Vladîmîr Stolntsev derbirî ku ji bo vê yekê hevdîtinên ligel şîrketan berdewam dikin û bi kontratên wê werin îmzekirin beriya sala 2021an 9 kes wê karibin rêwitiya fezayê bikin. Solntsev ragihand ku di nava namzetên rêwiyan de welatiyên Rûsî tune ne.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Rusyayê keştiya taybet a bo geşta fezayê wê di sala 2020an de were ceribandin
    Kozmonotê Rûsî: Em lîderên dinyayê bibin fezayê, dê aştî were dinyayê
    Li Zanîngeha Moskowê 'Zankoya Fezayê' tê vekirin
    Kozmonotê Rûsî li UUIyê 'Kêfa Fezayê' dike
    Dîrektorê operasyonê yê Ajansa Fezayê ya Federal ya Rûsyayê ji sextekariyê hate girtin
    Rûsya dê pergala çavdêriya fezayê li Kirimê bi cih bike
    Astronotên bi navgîna fezayê ya Soyuzê ‘derketin rê' gihiştin IFNê
    Navgîna Soyuz a Fezayê vegeriya dinyayê
    Etîketan:
    geşta heyvê, Midurê Giştî yê RKK Energiyayê, Vladîmîr Solntsev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de