10:13 26 Adar 2017
Zindî
    Anonymous browsing

    'Înterneta kûr'-kaniya agahiyên alternatîv e

    © Foto: Pixabay
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 2531

    Li gorî hinek nirxandinan, bêtir ji 80 ji sedî ji agahiyên înternetê di 'malperên kûr' de hatine veşartin. Jibo ku mirov karibe van malperan bibîne, pêwîste serverên taybet yên wek Tor bên bikaranîn.

    Di vê malperê de mirov dikare her tiştê ku di înternetê de hatiye çapkirin bibîne, lê jibo sîstêma lêgerînê a kevneşopî girtiye. Pisporê di warê asayişa agahiyan de û serpereştê kompaniya TIB Maksimiliano Alonzo di hevpeyvîna bi Sputnik re got ku 'di nav înternetê de serverên cuda kar dikin. Hinek ji wan jibo parastina agahiyên hatine şandin, her weha veşartina nasnamê û misogerkirna nenasiyê tên bikaranîn.'

    'ÎNTERNETA KÛR WEK GÛZAN E'

    Jiber ku di înterneta kûr de destûr jibo her tiştekî tê dan, ew bi tawan tê berhev kirin. Lê wek em dizanin, înterentek wisa dikare bi şêwekî cuda bê bikaranîn.

    Alonzo şirovekir ku 'înterneta kûr wek gûzane, heger di destê bijîşk de be ew dikare jiyana mirov rizgar bike, heger di destê tawan de be dikare mirov bikuje. Her tişt bi bikaranîna wî ve girêdayî ye. Hinek welat hene ku bikaranîna înternetê ji hemwelatiyên xwe re sînordardikin. Alternatîfa ji wan re —agahiyên di rêya înterneta kûr re ye.'

    'AMAREK TAYBET PÊWÎSTE'

    Pispor nîşan kir ku têgeha înterneta kûr bi sîstêmên lêgerînê yên pêşîn re peydabû. Hemû tiştên ku Google nikare derxîne, beşek ji înterneta kûr e. Li wir mirov dikare narkotîkan, çek û tiştên wekîdin bibîne.

    Jibo gihiştina vê cîhana girtî amarek taybet pêwîste. Amara bêtir navdar jî di vî warî de sîstêma Tor e. Ev sîstêm malperan dixapîne jibo ku nehêle nasname an jî navnîşana bikarhêneran wan bên çavdêr kirin.

    'SÎSTEMA TORÊ BIKARHÊNER NENAS DIKE'

    Pispor got ku 'jibo gihiştina malperek kevneşopî, navnîşana IP a bikarhêner tê tomarkirin û ev yek dihêle welat, bajar û hetanî nasnama bikarhêner bê eşkerekirin. Sîstêma Tor destûrê dide jibo cihê wî yê ceografî bê guhertin û gihandina wî nenas be.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: DYA serverên internetê bi armanca sîxûriyê bikar tîne
    Baroya Amedê ji bo qutkirina internetê serî li Dadgeha Bilind da
    HDPê ji ber qutkirina internetê giliyê rayedar û şîrketan kir
    Ji ber qutkirina internetê dermanxane nikarin dermanan bidin
    Kabloya internetê wê di bin okyanûsê de biçe
    Vidyoya rengîn ya sala 1945 ya Berlînê di internetê de peydabû
    Etîketan:
    tor, înternet, Google, Sputnik, TIB, Maksimiliano Alonzo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de