11:41 24 Îlon 2017
Zindî
    Zarok

    Bandora zaroktiya zehmet li ser geşbûna dahatûyê

    © Flickr/ Lili Vieira de Carvalho
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 4030

    Zanyarên ji Zanîngeha Londonê encamdan ku mirovên di zaroktiya xwe de rastî guhnedan û danûstendinên tund hatine, neçarin ku di meznatiya xwe de rastî gelek nexweşiyan bibin û şansên wan ji yên hemdemên wan yên bêtir serkeftî, kêmtire ku xaniyên wan yên taybet hebin.

    Wan jiyana bêtir ji 8 hezar kesên ku di sala 1958an de çêbûne û hetanî temenê wan bûne 50 salan, lêkolînkirin û ew bi nîşaneyên sereke yên civakî û abûrî ve berhevkirin.

    Encamên nehênî yên ji perwerda ne rast, bandorê êdî li temenê zarokan dike. Wek nimûne, şarezaya zarokên ji malbatên hejar di xwendin û jêhatîbûna matematîkî kêmbû û ev yek di pêşerojê de wê bandorê bike ku ev kes karekî baş ji xwe re bibînin. Her weha lêkolînê daxuyakirin ku mirovên zaroktiya zehmet derbaskirine nêzîkî 70 ji sedî ji jiyana karê wan jiber nexweşiyan bertelef diçû û wek adet heta temenê 50 saliyên xwe jî nikarîbûn bibin xwedî xanî.

    Ji bilî wê, kesên ku di zarokatiya xwe de rastî çend danûstendinên çewt ji aliyê dê û bavê xwe bûne di pêşerojê rojê de encamên hîn bêtir zehmetiyan bûne. Wek nimûne, kompozisyona neguhdanê bi tund û tûjiya fizîkî re hişt ku mirovên wisa êdî bi du caran bêtir di meznaya xwe de nexweş bikevin.

    Bi vî awayî, li gorî encamdana zanyariyan, rewşa di malbatê de birastî bandorek dûr û dirêj li mirov dike û dikare bandorê li jiyana mirov tevdî jî bike.

    Etîketan:
    zanyarî, malbat, zarok, Zanîngeha Londonê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de