22:52 12 Kanûn 2017
Zindî
    Av û tenduristî

    Tu çawa dikarî temenê xwe dirêj bikî?

    YouTube.com
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Gelek in ew tiştên hêsan ên ku mirov bike ta ku jiyaneke dirêjtir û tenduristtir bijî. Gelo çi ne ew tiştên ku temenê mirovî dirêj dikin?

    Malpera Huffington Postê ew tiştên ku tenduristiya mirovÎ baş dikin û saxlem dikin vekolan û weşandin. Li gotî Huffington Postê gavên mirovî baş dikin wiha ne:

    1- Berî razanê telefon tê rakirin

    Baş tê zanîn ku tîrojên şîn ên ji telefonan derdikevin, nahêlin mirov razê û kalîteya xewê kêm dike lewra berî razanê bi demekê telefonên xwe deynin qeraxekê û ji xwe pirtûkekê bixwînin. Herwiha hesabên xwe yên medyaya civakî jî bigirin.

    Telefona bêrîkan
    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Telefona bêrîkan

    2- Her 2 deqîqeyan carekê rabin
    Rûniştina zêde bandoreke neyênÎ li tenduristiyê dike lewra xwe hîn bikin û her 20 deqîqeyan careke rabin û bi kêmasî du deqîqeyan li ser lingan rawestin.
    3- Şekirî kêm bikin
    Xwarina zêde ya şekirî, gelekî encamên neyênî li tenduristiyê dike.Herwiha 30-40% ji sedemên serdana bijişkî yên li Amerîkayê ne. Herwiha şekir di piraniya tiştên em dixwin de heye. Lewra gava tu tiştekî bikirî, baş bixwîne bê çi tê de heye.

    4-Bila cihê nivistina we gelekî baş be.

    Bila cihê hûn lê radizên gelekî baş be, ne tenê doşek lê lihêf û balgeh jî. Ji ber jixwe em çarîkeke jiyana xwe di nav nivînan de dibuhirînin.

    5- Dema xwe ya fravînê baş binirxînin

    Xwarina seleteyekê li kargehê bi kêr nayê. Ji bo fravînê ji cihê kar derkevin, biçin cihekî xwe vehesînin, bi hevalên xwe re biaxivin gava hûn xwarinê dixwin. Ev tişt dê alîkariya we bike ku hûn karên xwe yên piştî nîvrojê jî baştir bikin.

    6- Bi pêlekan derkevin

    Eger dema we tine be ku hûn biçin salonên werzişê, ji xwe re li rêyên din bigerin ku hûn bikarin bêtir bileqin û tevbigerin wek mînak di şûna asansorê de(eger pêkan be) bi pêlekan derkevin.

    7- Henaseya xwe kontrol bike

    Ji bo kêmkirina ihtimala depresyon, nîgeranî, serêşî û nexweşiyên dilî, 5 deqîqeyan dema xwe berî razanê yan sibeha veqetînin ji bo kêmkirina bêhntengiya xwe bi kar bînin. Ji bo wê di her deqîqeyekê de 6 caran henaseya xwe hêdî bikin, ev tişte dê te gelekî vehesîne.

    Du hevalên hev, bi hev re dibişirin
    © Foto: Pixabay
    Du hevalên hev, bi hev re dibişirin

    8- Heval û hogirên xwe bibîne.
    Pispor wiha difikirin ku parastina têkiliyên civakî mifteya temenê dirêj e lê fikir cuda ne bê gelo têkiliyên bi malbatê re yan têkiliyên bi hevalê re bandora erênî dikin. Herwiha lêkolîn diyar dikin ku bandora van a erênî li ser dirêjkirina temenî, du qatan ji ya rahênanên fîzîkî bêtir e.

    Bi heman mijarî:

    Li Silêmaniyê Yekemîn Konferansa Zanist û Sirûştê ya Navdewletî
    Demîrtaş: "Bila jiyan kêliyek be, lê bi rûmet be"
    Rênas Jiyan piştî îfadeya li dadgehê serbest hate berdan
    Helbestvanê kurd Rênas Jiyan hat desteserkirin
    Leylana tijî-jiyan li cihê komkujiya hovan
    Meclisa Ekolojiyê ya HDPê: Li Kurdistanê jiyan tê şewitandin!
    Etîketan:
    temen, jiyan, telefon, tenduristÎ, razan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de