19:18 23 Hezîran 2018
Roscosmos

Ji Roscosmos û NASAyê ji bo Venusê projeya hevpar

Sputnik
Zanist
Lînkê kurt
0 01

Ajansa Fesayê ya Rûsyaya Federal (Roscosmos) û Daîreya Feza û Hewayiya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) dibe ku projeyeke hevpar bidin destpêkirin, da ku îstîsyoneke lêkolînkirinê bişînin Venusê.

Serokê Enstîtuya Lêkolînên Fezayê ya Akademiya Zanistiyên Rûsyayê Lev Zeleniy ji bo rojnameya İzvestiyayê axivî û got Roscosmos û NASA bi mijara şandina îstisyoneke lêkolînê ji bo Venusê re eleqeder dibin.

Zeleniy got, "Koma xebata hevpar di meha cotmehê de Rûsya û Amerîka ji bo hevdu temam bikin di derbarê projeyê de senaryoyên cuda pêşniyar kirin. Piştre jî me bi Cîgirê Serokê NASAyê Dava Newman re hevdîtinek pêk anî. Newman diyar kir ku ew bi vê projeya bi navê Venera-D re têkildar dibin."

Zeleniy derbirî ku proje ev du sal în tê axaftin û daxuyaniya NASAyê jî hevdîtin piştrast kirin lê hat dest nîşan kirin ku hîn peymaneke fermî nehatiye danîn.

Koma xebatê ya ji bo projeya Venera-Dyê di sala 2013a de hatibû damezirandin. Îstîsyona kut ê plankirin di sala 2026 û 2027a de were firandin, tê payîn ku 3 salan di rêgeha Venusê de bimîne. Di sala 1985a de jî ji bo Venusê îstîsyoneke bi navê Vera-2 hatibû firandin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: ‘Em agirbestê bi peyk, NHB û bi keştiyên fezayê dişopînin'
Hindistanê 20 peyk bi hev ve pekandin fezayê
Rûsya moşekên ku dikarin li hedefên fezayê bidin, çêdike
Rûsya: "Mertalê moşek a Amerîkayê li hemberî bikaranîna fezayê tehdîd e"
Etîketan:
projeya hevpar, NASA, Ajansa Fezayê ya Rûsyayê Roscosmos, Serokê Enstîtuya Lêkolînên Fezayê ya Akademiya Zanistiyên Rûsyayê, Lev Zeleniy, Venus, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de