00:48 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Kovara Zanko

    Kovara Zanko hejmara xwe ya 5an weşand

    © Foto: Kovara Zanko
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 11630

    Kovara Zanko, bi du zaravayan kurdî: 'Kurmancî û Kirdkî(Zazakî) hejmara xwe ya pêncem derket pêş xwînerên xwe.'

    Navenda Nûçeyan — Kovara Zanko ya ku bi du zaravayên Kurdî derdikeve û bi mijarên zanist, teknolojî, mobile, înternet, bernamewarî, erdnîgarî û hwd. 3 mehan carekê derdikeve hejmara xwe ya pêncem jî weşand.

    Kovar bi du zaravayên Kurdî wek Kurmancî û Kirdkî(Zazakî) derdikeve. Ji zanist, teknolojî, otomotîv, kompîtur, internet, biyolojî, kimye, fizîk û heta teknîka motorsîkletan bi dehan nivîs û gotarên xweş bi zimanekî sivik û bi Kurdî hatine honandin.

    Herwiha di vê hejmarê de derbarê Bircên Amedê de jî dosyeyek hatiye amadekirin ku îsal ketin nav lîsteya UNESCOyê. (Gotara li ser bircên amedê beriya şer û pevçûnên li bajêr hatiye amadekirin û em hêvî dikin ku deverên dîrokî yên behsê têkirin bi siheta xwe li cihê xwe ne.)

    Kovara li ser malperên natgeokurd.com, zaningeh.net û teknokurd.comê tê weşandin. Li ser van malperan tevî weşandina kovarê, gotarên rojane yên derbarê teknolojî û zanista nûjen de jî cih digirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Medvedev, biryara mueyîdeyên nû yên Tirkiyeyê îmze kir
    Beşikçî: 'Bi kurdî nebe, ragihandina xweseriyê bi ser nakeve'
    Biryara Îranê bazara petrolê serobino kir
    Etîketan:
    Bircên Amedê, UNESCO, Kurdî, Kovara Zanko, Kovara Zanko hejmara xwe ya 5an weşand, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de