14:41 19 Îlon 2017
Zindî
    Ava Marsê

    Ava Marsê tê çi wateyê?

    © Foto: NASA/JPL/University of Arizona via AP
    Zanist
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Ev nivîsara Nadia Drake ya ku li ser malpera National Geographicê ya kurdî hatiye weşandin derbarê ava gerestêrka Marsê de ye.

    Nadia Drake bi pirseke wiha dest bi nivîsa xwe dike: ‘Li Marsê av hat dîtin û hemû kes li ser wê yekê hemfikir in ku ev tiştekî pir girîng e. Belê gelo hûn dizanin çima ev girîng e?'

    Drake bersiveke wiha dide pirsê: ‘Ji ber ku bi kifşa me ya li Marsê û dîtina avê li ser gerstêrka sorik heyameke nû  dest pê kiriye. Herwiha geştûgûzariya me ya li ser vê gerstêrka balkêş neqediyaye jî.'

    Peresîna iPhonê
    © Sputnik/
    Drake di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: ‘Hûn dikarin wiha jî bifikirin kesên ku ewil gavê biavêjin Marsê dikarin li nêzî aveke şor bi cih bibin û ji avê ava vexwarinê hilberînin. Heta dibe ku li Marsa ku mazûvaniya gemar û mîkropan dike jiyan jî pêkan be.'

    Drake ligel vê pêşbniyê hişyariyeke wiha jî dide: Birastî, divê mirov bi endaze be. Dîtina herikîna avê, bi dîtina şert û mercên jiyanê re ne heman tişt e. Vê gavê zanyar nizanin bê ka ev ava ku hatiye dîtin ji ku tê û ji bo kîmyaya jiyanê baş e an na. Mixabin ji bo deşîfrekirina van tiştên biguman jî çûyina wê derê dê gelekî dewam bike.'

    Bi heman mijarî:

    Peresîna iPhonê
    Etîketan:
    zanist, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de