Kûpaya Cîhanê Stadyûma Yekaterinburgê

Di otobûs û tramvayên Yekaterinburgê ji bo rêwîyan hesankirina dayina heq rê

© AFP 2018 / Mladen ANTONOV
Yekaterînbûrg
Lînkê kurt
0 0 0

Li Yekaterinburga ku yek ji 11 bajarên Rûsyayê ye ku dê mazuvaniya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an bike, havîna li pêşiya me ji bo niştecihên bajêr û geştûguzar bi rehetî otobûs û tramvaya bikarbînin, dê derfêta ku heqrêya xwe bi sepananên mobîl û kartên benqeya bidin were dayin.

Birêveberiya ê, plan dike ku derfêtê bide niştecih û geştûguzaran ku di dema Kûpaya Cîhanê de heqrêya otobûs û tramvayan bi sepanên mobil, an jî kartên banqeyê bidin.

Pavel Vedernikovê Gerînendeyê Giştî yên Informatsionnaya Set (Tora Ragihandinê) a ku karta heqrêdayîna ya elektronîk ku wekî Ekart hatibû danasîn xiste meriyetê, derbarê pergala elektronîk ya heqrêdayinê de ji çapemeniyê rûsî re daxuyanî da.

'JI BO HEQRÊDAYINÊ TENÊ KARTEN XWE BIDIN BER NAVGÎNAN BES E'

Vedernikov diyar kir ku: "Dê paşê biryara were dayin kê dê pergal di hemû xetan an bê wê bi tenê ji bo Kûpaya Cîhanê were bikaranîn. Niha kartên MasterCard(Pay Pass), WISA (Pay Wave) û kartên pergalên MIR ku di metroyê de jî têne bikaranîn wê di otobûs û tramvayan de jî werin bikaranîn. Bikarhêner ji bo heqê rêya xwe bidin, tenê wê kartên xwe bidin ber navgînê heqrêdayinê."

Vedernikov diyar kir ku ji bo vê pergalê dê navgînê nû yên heqrêstendinê nekriin û dê tenê nivîsbariyên navgînên berê biguherînin û pergalê birêve bibin.

Bi heman mijarî:

Di dema Kûpaya Cîhanê ya 2018an de li Volgogradê helîkopetereke tenduristiyê dê bixebite
Li Rûsyayê ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018an alternatîfa otelan: Malên Seyyar
Aeroflot wê alîgiran bi 5 rûbleyî bibe pêşbirkên Kûpaya Cîhanê
Mutko, ji Komîteya Sazumankariya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an veqetiya
Balafirgeha Yekaterinburgê di dema Kûpaya Cîhanê de pêşbîniya 60 hezar futbolhezî dike
Li Ninjiy Novgorodê ji bo Kûpaya Cîhanê zêdetirî 20 guzergehên geştê hatin amadekirin
Li Samarayê 337 otel ji bo mêvanên Kûpaya Cîhanê biezimînin amade ne
Etîketan:
pêşbaziyên Kûpaya Cîhanê ya 2018an, Pavel Vedernikov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de