Kupaya Cihanê ya 2018an

Rûsya ji Kupaya Cihanê ya 2018an re amade ye

© Sputnik /
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 10

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê FIFAyê Giannî Infantîno di axaftina xwe de ragihandin ku Rûsya ji bo Kupaya Cihanê ya 20158an amade ye.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê FIFAyê Giannî Infantîno di axaftina xwe de ragihandin ku Rûsya ji bo Kupaya Cihanê ya 20158an amade ye. Çend demjimêrên din Kupaya Cihanê ya 2018ê li Rûsya destpê dike û Rûsya û Erebistana Siûdî dê yekem lîstika vê kûpaya cîhanî encam bidin.

​Lîstika yekem a Kupaya Cihanê ya 2018 jî di navbera Rûsya û Siûdiyê de ye. Ev yarî dê li stadyuma Lojnîk li Moskowaya paytexta Rûsyayê birêve biçe.

Herdu tîman amadekariyên xwe bidawî anîe û ji bo destpêkirina pêşbirkê amade ne.

​Berî lîstikê dê ahenga destpêkirina Kupaya Cihanê 21mîn bi beşdarbûna 20 serokdewlet û kesatiyên navdarên cîhanê birêve biçe.

Ahenga destpêkirina kûpaya cîhanî ya 2018an di demjimêr 17:30 dest pê dike û heta nîv demjimêrî berdewam dibe.

Li gor zanyariyên berdest, dibe heyeteke Herêma Kurdistanê jî di ahenga vekirina Kupaya Cihanê de amade bibe, lê belê nehatiye zanîn, ku ew şand ji çi kesan pêk tê.

Herwiha ji bo parastin û rêlibertina êrişên terorî hemû hêzên ewlehî yên polîs û leşker ketin hereketê.

Bi heman mijarî:

Qadroyê Rûsyayê yê ji bo Kupaya Cihanê eşkere bû
Pûtîn:'Em ê mahzuvaniyeke baş ji bo Kupaya Cihanê ya 2018an bikin'
Rûsya: Hinek welatên rojavayî li dijî Kupaya Cîhanê ya 2018an kampanyeya reşkirinê dikin
Li Yekaterînbûrgê Navenda Nasnameyên Layengirên Kupaya Cîhanê 2018 hate vekirin
Di Kupaya Cihan a 2018an de li Moskowayê 320 bijîşk û 100 ambulans wezîfe dikin
Etîketan:
Kupaya Cihanê ya 2018an, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de