Serokê Dewleta Rûsyayê Vladmir Putin û serokê FIFAyê Infantino

Pûtîn: Me herdem spor û siyaset ji hev cuda girtin, FIFAyê jî wiha kir

© REUTERS / Sergei Kapukhin
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 10

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku Rûsya herdem siyaset û werziş ji hev cihê girtine û wek mazûvanê Kûpaya Cîhanê, nêzîkatiya FIFAyê jî bi erênî nirxand ji ber ku bi heman awayî nêzîkatiyê dike.

Kûpaya Cîhanê ya sala 2018an sibe li Rûsyayê bi rê ve diçe. Pûtîn di kongreya FIFAyê ya li Moskowê de axift û got ku " bi taybetî dixwazim bi erênî pabendiya Federasyona Fûtbola Navneteweyî bi prensîpa veqatindina siyaset ji werzişê binirxînim. Rûsya herdem bi vî awayî nêzîkatî kiriye".

"KÛPAYA CÎHANÊ TENÊ NE XWENÎŞANDAN E"

Herwiha Pûtîn got ku "Rûsya herdem alîgiriya hevkariya nêzîk li gel her kesê alîgiriya bizavdan û xurtkirina werzişê û derfetên mirovî yên bêsînor ên wê kiriye" û teqez kir ku çalakiyên girseyî yên wek Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an tenê ne yên heyecan û xwenîşandanan e."

"FERSENDEKE BÊHEMPA YE KU MIROV HEV FÊM BIKIN"

Pûtîn Kûpaya Cîhanê fersendeke bêhempa ye ku bi milyonan mirov agahiyên nû derbarê maf û kevneşopiyên cuda de hîn bibe, hevalên nû binase û fêm bike ku li welatên din jî mirovên rastgo,bicoş û baş hene. Mirov bi vî awayî dixwazin di nav aştiyê de bijîn, bi hev re biaxivin, bibin mêvanên hev, bi hev re li fûtbolê binerin û bi hev re bilîzin.

Serokê rûsî teqez kir, di vê dema zehmet de, mayîna serokê FIFAyê Gianni Infantino li ser serê vê saziyê, fedakariya wî ji bo bipêşdeçûna fûtbola cîhanê nîşan dide.

Di berdewamiya wê de Pûtînî got, "ez dixwazim spasiya birêz Infantinoyê bikim û teqdîra wî bikim ji pabendiya wî bi hêmanên edalet û werzişê û nêzîkatiya wî ya erênî li himberî welatê me."

Pûtînî got, "amadekariya Kûpaya Cîhanê tenê ne meseleya welatê mazûvan e, herwiha meseleya malbata fûtbola navneteweyî, pispor û werzişhezan e. Kevneşopiyeke bêhempa ya vê malbatê heye û ez jê kêfxweş in. Berî şampiyoniyê, li wî bajarî dicivin ku maça vekirinê dê dest pê bike. Ev derfetê dide me ku em wek welatê mazûvan ku em spasiya wan bikin ji bo alîkarî û piştgiriya we dan me ji bo em xwe ji çalakiya herî popu^ler û herî giring a werzişê re di nava 7 salan de amade bikin."

"EM LÊ XEBITÎN KU HER KES RÛPELEKE NÛ VEKE"

Serokê rûs diyar kir ku pêvajoya amadekariyê ekîpeke mezin û tekane bi nav kir û wiha got: "Me hemûyan hemû hêza xwe bi kar anî ji bo ev pêşbirka giring di asta herî bilind de pêk were û çi fûtbolîst çi ne fûtbolîst, çi kesê li ser ekranan, çi kesê li stadyûmê bikare rûpeleke nû di jiyana xwe de veke."

Bi heman mijarî:

Gera cîhanê ya kûpaya ji bo lîstikên FIFA 2018a li Moskowê bi dawî bû
Li gor sîmulasyona FIFA 18an, serfirazê Kûpaya Cîhanê diyar bû
FIFA: Êdî Iraq dikare mazûvantiya pêşbirkên fermî yên futbolê bike
Wê di dema Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de li Kazanê kirê çiqas bin?
Jovanoviç: Dê organizasyona Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an bêhempa be
Li St. Petersburgê du dikanên fermî yên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an vebûn
Mutko, ji Komîteya Sazumankariya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an veqetiya
Etîketan:
FIFA, Vladmîr Pûtîn, rûsya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de