Renovation of Luzhniki stadium for 2018 football World Cup

Di Kûpaya Cîhanê de pêşbirka ewil: Rûsya-Erebistana Siûdî

© Sputnik / Alexey Kudenko
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Organîzasyona fitbolê ya herî mezin Kûpaya Cîhanê ya 2018an, sibê dest pê dike. Piştî merasîma vekirinê pêşbirka ewil di navbera xwediyêmalê Rûsya û Erebistana Siûdî de dê bê lîstin. Pêşbirka Koma Ayê ya li stadyûma Luzhniki ya Moskowê, saet di 18.00an de ye.

Piştî merasîma vekirina organîzasyonê, pêşbirka ewil a Kûpaya Cîhanê di navbera xwediyêmalê Rûsya û Erebistana Siûdî de dê bê lîstin. Hakemê arjantînî Nestor Pitana dê pêşbirkê birêve bibe. Alîkariya Pitanayî, Juan Pablo Bellati û Hernan Maidana dê bike. Hakemê 4em jî yê brezîlî Sandro Ricci ye.

Nestor Pitana dê piştî Norberto Coerezza yê arjantînî ku di tûrnûvaya 1970 û 1978an de wezîfe stendibû, dê bibe hakemê heman welatî yê duyem ku di du kûpayan de wezîfe wergirtiye. Pitana pêşbirka xwe ya ewil a navdewletî di sala 2010an de birêve biribû, di sala 2014an de jî di pêşbirka fînalê ya di navbera Fransa-Alamanyayê de hatibû lîstin wezîfe stendibû.

Pêşbirka koma Ayê ya din jî 15ê Pûşberê di navbera tîmên Misirê û Ûrûgûayê de wê li Ekaterinburg Arenayê bê lîstin.

Bi heman mijarî:

Beriya destpêkirina Kûpaya Cîhanê, derbarê koman de hin agahî...
Şampiyonê dawî yê Kûpaya Cîhanê, Almanya gihişt Rûsyayê
Ibrahimoviç: Rûsya di Kûpaya Cîhanê de dê xwedîmaltiyek hêja bi cih bîne
Tîma Brezilyayê, bo Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê ye
Etîketan:
kûpa, fitbol, kûpaya cîhanê dest pê dike, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de