Kûpaya Cîhanê

Beriya destpêkirina Kûpaya Cîhanê, derbarê koman de hin agahî...

© Sputnik /
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Kûpaya Cîhanê ya 2018an, sibê bi pêşbirka di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî ve wê dest pê bike. Organîzasyon ji 8 koman pêk tê û her komek 4 tîman dihewîne. Her wiha tûrnûwa dê mehekê berdewam bike, pêşbirka destpêkê û ya fînalê dê li heman stadyûmê bê lîstin. Herwiha derbarê tîmên ku di Kûpaya Cîhanê de dê têbikoşin hin agahî...

Rûsyaya ku dê xwedîmaltiya organîzasyona fitbola cîhanê ya herî mezin bike, performansa tîma wê jî bê gûman tê meraqkirin. Di Koma Ayê de bi Erebistana Siûdî, Misir û Ûrûgûayê re dê têbikoşe. Ûrûgûaya bi Suarez û Misira bi Salah wek favoriyên komê tên nîşandan.

Di Koma Byê de stêrkê Real Madridê Ronaldo û Ramos, di pêşbirka Portekiz-Spanyayê de dê bên hemberî hev. Fas û Îran jî di komê de li pêy surprîzekê ne.

Bi Pogba û Griezmann Fransa di Koma Cyê de favoriyê hemû otorîteran e. Perû û Awûstûrya û Danimarka bo derketina ji komê têkoşînek bêhempa wê bidin.

MESSİ LI PÊY SERKETINEKÊ YE, DIBE KU ŞENSÊ WÎ YÊ DAWÎ BE

Lionel Messiyê ku dixwaze mohra xwe li Kûpaya Cîhanê bixe, tûrnûwa belkî şensê wî yê herî dawî ye. Bi pêşengiya Messi ve ku beriya teqawidbûnê li pêy serkeftinek mezin e, bi Arjantinê dê li pêy kûpayê be bi Îzlanda, Xirwatistan û Nijerya re wê têbikoşin.

NEYMARÊ KU SEQETÎ DERBAS KIRIBÛ DÊ BILÎZE

Brezîlyaya ku mazûvantiya Kûpaya Cîhanê kir û li dijî tîma Almanyayê 7-1 têk çû, vê carê di koma Swîsre, Kosta Rika û Sirbistanê de ji bo ji komê derbikeve wê hewlê bide. Neymarê ku di pêşbirka lîgê de seqetî derbas kir, di Kûpaya Cîhanê de dê forme li xwe bike.

ALMANYA DI VÊ TÛRNÛWAYÊ DE JÎ FAVORÎ YE

Xwediyê Kûpaya Cîhanê yê herî dawî Almanya vê carê jî di nav favoriyên kûpayê de cih digre. Meksika, Swêd û Koreya Başûr di koma Fyê de dijberên Almanyayê ne.

Belçikaya ku bi jenerasyona xwe ya nû hêj serfiraziya ku tê hêvîkirin bidest nexistiye û Brîtanyaya ku ji fitbola xwe ya berê dûr ketiye, talibê kûpayê ne.Tûnûs û Panama bi herdu tîman re dê li pêy tûra duyem bin.

DI NAV KOMAN DE KOMA HERÎ ZOR E

Derbarê Koma Hyê de texmîn her çiqas zor bin jî têkoşînên her çar tîman dê hêjayî temaşekirinê be. Polonyaya bi Lewandowski, Senegala bi Mane, û Kolombiyaya bi James Rodriguez û Japonya ji bo tûra duyem wê hewl bidin.

Etîketan:
fitbol, kûpaya cîhanê, kûpa, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de