Zlatan İbrahimoviç

Ibrahimoviç: Rûsya di Kûpaya Cîhanê de dê xwedîmaltiyek hêja bi cih bîne

© AP Photo / Christophe Ena
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Sertîmê tîma milî ya Swêdê yê berê Zlatan Ibrahimoviç, daxuyand ku mazûvanê Kûpaya Cîhanê Rûsya di dema tûrnûvayê de dê bêhempa be. Ibrahimoviç, tûrnûva wek partiya herî mezin a cîhanê bi nav kir û got ez ê teqez bişopînim.

Zlatan Ibrahimoviçê ji FIFAyê re axivî wiha got, "Bi ya min şampiyona dê bêhempa be, Rûsya welatekî dew û qelebalixe. Lidarxistina Kûpaya Cîhanê ya li Rûsyayê dê gelekî xweş be û wek her tûrnûvayê dê bêhempa be." Zlatan Ibrahimoviç tûrnûva wek partiya herî mezin a cîhanê binavkir û got ez ê teqez bişopînim.

Fitbolîstgê navdar favoriyên xwe yên tûrnûvayê jî eşkere kirin: "Brezîlya, Almanya û helbet Swêd. Arjantîn jî wisa ye. Ji ber ku DYAyê di kûpayê de cih nagre ez xemgînim. Çimkî DYA welatê min yê nû."

​Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an di tarîxa di navbera 14 Pûşber û 15ê Tîrmehê de li 11 bajarên Rûsyayê yên wek Moskow, Kaliningrad, St. Petersburg, Volgograd, Kazan, Nijniy Novgorod, Samara, Saransk, Rostov-na-Donu, Soçi û Yekaterinburgê bê lidarxistin.

Pêşbirka destpêk û ya fînalê li heman stadê ya li Moskowê Lujnikiyê dê bên lîstin.

Bi heman mijarî:

Tîma milî ya Swêdê: Îbrahîmovîç di kadroya Kûpaya Cîhanê de tune ye
Îbrahîmovîç: Şampiyoniya bêyî min, ji şampiyoniyê nayê hesibandin
Etîketan:
fitbol, kûpaya cîhanê, Zlatan Îbrahîmovîç, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de