Brezilya- Neymar- Kûpaya Cîhanê

Tîma Brezilyayê, bo Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê ye

© Sputnik /
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Tîma Brezilya ku beriya niha 5 caran kûpaya cîhanê biriye muzeya xwe ji bo serfiraziya şeşem li çû Rûsyayê. Fitbolîstê herî biha yê cîhanê Neymar jî bi qefîleyê re gihaşt bajarê Soçiyê.

Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ku dê Rûsya jê re xwedîmaltiyê bike hêdî hêdî li otelên bajarên ku dê pêşbirkên xwe lê bilîzin bi cih dibin. Ji xeynî tîmên Swîsre, Kosta Rika û Sirbistanê, tîma Brezilyayê jî ku di koma Eyê de dê têbikoşe gihaşt Rûsyayê û li bajarê Soçiyê bi cih bû.

Di meha adarê de Neymarê ku ji lingê xwe seqetî derbas kiribû di tîma Paris Saint-Germainê ya frensî de di çend pêşbirkên dawî yên lîgê de forme li xwe nekiribû. Herwiha fitbolîstê stêrk hêviya herî mezin ya tîma xwe Brezilyayê ye.

​Neymar herî dawî di pêşbirka amadehiyê ya li dijî tîma Awûstûryayê hat lîstin de piştî demek dirêj derket qadê û gola xwe avêt û peyama ku ji tûrnûvayê re amadeye da. Brezilyaya ku di pêşbirka nîvfînala sala 2014an de li hemberî Almanyayê 7-1 têkçûbû roja yekşemê dê derkeve pêşberî tîma Swîsreyê.

Bi heman mijarî:

Kûpaya Cîhanê dê bi performansa Robbie Williams û Ronaldo ve dest pê bike
Messi: Pêşeroja min dê Rûsya diyar bike
Etîketan:
pêşbirk, fitbol, kûpaya cîhanê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de