Robbie Williams

Kûpaya Cîhanê dê bi performansa Robbie Williams û Ronaldo ve dest pê bike

© AP Photo / Clemens Bilan
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Kûpaya Cîhanê ku dê Rûsya jê re xwedîmaltiyê bike, beriya pêşbirka despêkê ya li stadyûma Lujniki ya Moskowê, stranbêjê brîtanî Robbie Williams û fitbolîstê brezîlî Ronaldo dê bi performansa xwe di merasîma vekirinê de cih bigrin.

Kûpaya Cîhanê dê bi merasîmek bêhempa ve bê vekirin. Beriya pêşbirka despêkê ya 14ê Pûşberê ya di navbera Rûsya-Erebistana Siûdî de, Robbie Williams û Ronaldoyê ku bi tîma Brezîlyayê du caran kûpa qezenç kir li pêş 80 hezar temaşevanan dê performansekê bidin pêşandan.

​Hunermenda operayê ya rûsî Aida Garifullina li ser dikê dê hevaltiyê bi Williams û Ronaldo re bike. Pêşbirka destpêka tûrnûvayê ya li stadyûma Lujniki ya di navbera Rûsya-Erebistana Siûdî bê lîstin û merasîma vekirinê dê di kanala Rossiya 1ê de zindî bê weşandin.

 

 

Bi heman mijarî:

Messi: Pêşeroja min dê Rûsya diyar bike
Xeyala hakema herî seksî ya rûsî birêvebirina maça Kûpa Cîhanê ye
Ji bo Kûpa Cîhanê ya FIFA 2018an li St. Petersburgê qada wifi ya belaş tê çêkirin
Etîketan:
fitbol, tûrnûva, Robbie Williams, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de