Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

Pûtîn tîmên favorî yên Kûpaya Cîhanê eşkere kir

© Sputnik / Aleksey Nikolskiy
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, favoriyên Kûpaya Cîhanê ya 2018an ku dê di 14ê Pûşberê de li Rûsyayê bê li dar xistin eşkere kir. Pûtîn tîma milî ya Almanya, Spanya, Arjantin û Brezilya nêzî kûpayê dibîne.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo beşdarbûna Rêxistina Hevkariya Şangayê (ŞIO) di navbera 8-10ê Pûşberê de dê serdana Çînê bike. Pûtîn beriya serdanê ji China Media Groupê re axivî favoriyên Kûpaya Cîhanê eşkere kir.

Li ser pirsa, 'gelo bi ya we dê kîjan tîm di kûpayê de biserkev?' Pûtîn wiha bersiv da: "Ev pirsek zehmete, gelek tîmên girîng hene. Ji Amerîkayê Arjantîn û Brezîlya hene. Di tûrnûvayên berê de tîma Almanya têkoşînek bêhempa derxistibû holê, ekîba Spanyayê jî fitbolek xweşik lîstin. Ez bawerim ji xeynî van tîman hin tîmên din yên cidî jî wê derkevin, lê bi tenê wê tîmek biserkeve."

Pûtîn derbarê tîma milî ya rûsî de jî got ku di heyamên dawî de encamên baş bidest nexist, lê hemû fitbolhezkerên rûs, alîgir bo lîstika nûjen a tîma xwe bi meraq li bendene ku têkoşînek baş bide. Herwiha serokê rûsî eşkere kir heta ji destê min bê ez ê biçim pêşbirkan temaşe bikim.

Etîketan:
fitbol, kûpaya cîhanê, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de