Di tarîxa 14 Pûşber-14 Tîrmehê de pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an wê li Yekaterinburgê bên lîstin.

Pêşniyazî hat kirin di rojên ku yariyên Rûsyayê hene de dema mesaiyê were kêmkirin

© Sputnik / Anton Denisov
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Parlementerê Dûmaya Rûsyayê û endamê Komîteya Karûbarên Çand, Fizîk, Spor, Geştyarî û Ciwanan Dmitriy Svişev pêşniyaz kir ku rojên ku yariyên tîma netewî ya Rûsyayê hene, dema mesaiyê were kêmkirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji Komîteya Karûbarên Çand, Spor, Geştyarî û Ciwanan hatiye kirin "Yariyên me yên bi Erebistan Siûdî û Uruguayê re li gorî dema Moskowayê 18.00 û 17.00an dê bi re ve biçin. Herwiha yariya bi Misirê re jî di saet 21.00 an e. Bi ya min ji bo beşên Rûsyayê yên li Ewropayê demqa mesaiyan bi kêmanî 2 saetan were kêmkirin. Lewra bi ya min divê wiha be. Bi vî hawî dê bi hêsanî bigihîjin malên xwe û li yariyan temaşe bikin."

‘JI BO TENDÛSRISTIYA XEBATKARAN'

Svişev di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku pêwist e ferqa demên herî yên li welêt werin venêrin, dema hin yariyan nîvê şevê ye û ji bo tendûristiya xebatkaran dikare destûr bo wan bê dayîn ku hinekî bi derengî biçine ser karên xwe. Svişev da xuyakirin ku di asta federatîf de biryareke wiha neyê wergirtin jî pêwist e karmend li vêya bifikirin.

Parlementerê Partiya Lîberal a Demokrat Îgor Lebedev jî piştgirî da vê pêşniyazê.

Yariyên Kûpaya Cîhanê dê di navbera 14ê Hezîranê û 15ê Tîrmehê de li 11 bajarên cuda yên Rûsyayê werin lîstin, ku ew bajar jî ev in: Moskow, Kaliningrad, St. Petersburg, Volgograd, Kazan, Nijniy Novgorod, Samara, Saransk, Rostov-na-Donu, Soç'i û Yekaterinburg.

Yariyên destpêkê û dawiyê yên kûpayê dê li Stadyûma Lujniki ya Moskowê bêne lîstin.

Bi heman mijarî:

Mourinho di klîpa danasînê ya Kûpaya Cîhanê de bi rûsî axivî: ‘Ev Rûsya ye'
Gera cîhanê ya kûpaya ji bo lîstikên FIFA 2018a li Moskowê bi dawî bû
Li ser dîwarên Moskowê kelecana Kûpaya Cîhanê
Goga Kûpaya Cîhanê ya 2018an derket fezayê
Etîketan:
Yariyên Futbolê, Kûpaya Cîhanê, FIFA 2018, Rûsyayê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de