Jose Mourinho

Mourinho di klîpa danasînê ya Kûpaya Cîhanê de bi rûsî axivî: ‘Ev Rûsya ye'

© Sputnik / Anton Denisov
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Di dema ku ji bo lidarxistina Kûpaya Cîhanê demek kurt ma. Rahênerê navdar Jose Mourinho tevî navdarên rûsî di klîpa danasînê ya ku Russia Today’in (RT) amade kiriye de cih girt û tê de got, 'Eto Rossiya' (Ev Rûsya ye).

Di klîpa danasînê ya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de Rahênerê efsanewî yê portekîzî Jose Mourinho, koma baleyê ya Şanoya Mihaylovskiy, tîma avjeniya netewî ya rûsî, pisporê kişikê yê rûsî Sergey Karyakin, Igor Oleynikê di futbolê serbest de 4 caran bûye şampiyon, Jîmnastîkkara rûsî Yekaterina Selezneva, Lîstikvanê forvetê yê tîma Klûba Futbolê ya Dînamoyê Vladimir Bryukvin û kozmonot Oleg Kononenko jî cih girtin.

Rahênerê portekîzî yê ku li Lîga Premierê Manchester United dixebitand ji bo weşanê taybet ê RTyê dê şîrovekariyê bike û texmînên xwe û analîzên xwe bifutbolêhezan re parve bike.

RT herwiha demek berê bi qelevanê efsanewî yê Manchester Unitedê Peter Schmeichel û futbolîstê berê yê ingilîz Stan Collymore re ji bo ku di tîma Kûpaya Cîhanê de cih bigrin rêkeftin pêk hatibû.

RT di dema Kûpaya Cîhanê de ji Studyoyyên taybet ên li Moskowa, St. Petersburg û Samarayê weşanên zindî û taybet bike. Kanala televizyonê ta rûsî herwisa di ji bo dema pêşbirkan de projeyeke taybet a multimedyayê daye destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Goga Kûpaya Cîhanê ya 2018an derket fezayê
Goga kurdan li Ewropayê bilind dibe
Gera cîhanê ya kûpaya ji bo lîstikên FIFA 2018a li Moskowê bi dawî bû
Li gor sîmulasyona FIFA 18an, serfirazê Kûpaya Cîhanê diyar bû
Etîketan:
Rûsî, Klîp, Kûpaya Cîhanê, RT, Jose Mourinho, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de