Kûpaya Cîhanê

Gera cîhanê ya kûpaya ji bo lîstikên FIFA 2018a li Moskowê bi dawî bû

© Sputnik /
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Kûpaya ji bo lîstikên fitbolê yên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018a, ku dê li Rûsyayê bilîzin, gera xwe ya 6 parzemînan temam kir û hat Moksowê, paytexta Rûsyayê.

Kûpaya ji bo lîstikên fitbolê yên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018a di 9ê Îlona 2017a de ji Moskowê dest bi gera xwe cîhanê kiribû û îro ew gera xwe bi dawî kir. Kûpa di vê pêvajoyê de li 6 parzemîn, 51 welat û bajarên Rûsyayê geriya.

Ji bo bidawîbûna gera kûpayê li Qada Manejnayayê ya li Moskowê rêûresm hat lidarxistin. Ji bo rêûresmê Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin, şanda FIFAyê, nûnerên Coca-Colayê, efsaneyê fitbola Almanyayê Lothar Matthaeus û gelek fitbôlîstên din ên navdar amade bûn.

Lîstikên ji bo Kûpaya Cîhanê dê di navbera 14ê Hezîranê û 15ê Tîrmehê de li 11 bajarên cuda yên Rûsyayê werin lîstin, ku ew bajar jî ev in: Moskow, Kaliningrad, St. Petersburg, Volgograd, Kazan, Nijniy Novgorod, Samara, Saransk, Rostov-na-Donu, Soçi û Yekaterinburg. Lîstikên destpêkê û dawiyê yên kûpayê dê li Stadyûma Lujniki ya Moskowê werin lîstin.

Bi heman mijarî:

Ji bo Kupaya Cîhanê FIFA 2018 ‘Parka Dostaniya Gelan’
Goga Kûpaya Cîhanê ya 2018an derket fezayê
Li ser dîwarên Moskowê kelecana Kûpaya Cîhanê
Li gor sîmulasyona FIFA 18an, serfirazê Kûpaya Cîhanê diyar bû
Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Fransayê
Etîketan:
Kûpaya Cîhanê ya sala 2018a, Moskow, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de