Wêneyên Fezayê

Goga Kûpaya Cîhanê ya 2018an derket fezayê

© Foto: Twitter/Scott D. Tingle
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Kozmonoton rûs Anton Şkaplerov û Oleg Artemyev, li Stesyona Fezayê ya Navneteweyî (UUI) bi goga fermî ya Kûpaya Cîhanê Telstar-18an fitbol lîstin. Gog di 3ê Pûşberê de dê li Rûsyayê vegere û di pêşbirka vekirinê de dê li qadê be.

Goga Telstar-18 a Kûpaya Cîhanê ku dê Rûsya jê re xwedîmaltiyê bike derket fezayê. Kozmonoton rûs Şkaplerov û Artemyev yên li UUIyê bi tîşortên li ser wan 'Bo Şampiyoniyê' nivîsî fitbol lîstin.

Demên lîstina fitbolê ya herdu kozmonotan ji aliyê kameraya panoramîk RT360an ve hat kêşandin.

Kûpaya Cîhanê ya 2018an di 14 Pûşber — 15 Tîrmehê de li 11 bajarên Rûsyayê dê bê lidarxistin. 2018 Dünya Kupası, 14 Haziran — 15 Temmuz tarihlerinde Rusya'nın 11 farklı kentinde düzenlenecek: Moskowa, Kaliningrad, St. Petersburg, Volgograd, Kazan, Nijniy Novgorod, Samara, Saransk, Rostov-na-Donu, Soçî û Yekaterinburg. Pêşbirka destpêkê û ya fînalê dê li stada Lujniki a paytext Moskowê bê lîstin.

Bi heman mijarî:

Li ser dîwarên Moskowê kelecana Kûpaya Cîhanê
Li gor sîmulasyona FIFA 18an, serfirazê Kûpaya Cîhanê diyar bû
Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Fransayê
Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Danîmarkayê
Etîketan:
fitbol, gog, Sputnik, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de